Rojnameyên erebî: Ji ber kîmewî, wê ceza li dijî Şamê werin ferzkirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê û hewldanên dewleta Tirk ên xwe dûrxistina ji itîrafkirina komkujiyên li ser gelê Ermen kir.

Rojnameyên erebî: Ji ber kîmewî, wê ceza li dijî Şamê werin ferzkirin
21 nîsan, 2021   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BIRYARA TÊKILDARÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN ŞAMÊ LI PÊŞIYA RÊXISTINA NAVNETEWEYÎ YE’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Dewletên rojavayî; Amerîka, Fransa û Brîtanyayê belgeyek da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û tê de pêşniyar ku 3 tedbîran li dijî hikumeta Şamê bigirin, ji wan ku nûnerê wê di kongreya rêxistinê de li Laheyê tune be.

Pêkanîna projeyê ku destek ji 46 dewletan girtiye, divê ji aliyê 193 endaman ve were êrêkirin. Heke were derbaskirin dê yekemîn tedbîrên cezayî yên rêxistina navneteweyî be. Ji ber hikumet nûnera Sûriyê di hemû saziyên navneteweyî de ye û li gorî gavên Komkara Erebî nemeşiya ku di 2011`an de endamtiya Şamê cemidandibû.

Tê payîn ku dewletên endamên rêxistinê roja çarşemê li Laheyê biryarê bidin.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE JI NÛ VE DÎROKA KOMKUJIYA ERMENAN BINIVÎSE’

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokê Daîreya Ragihandinê ya Tirkiyê Fahrettîn Altun roja sêşemê got welatê wî rastî hewldanekê tê ku dixwaze şerê di navbera civaka Tirk û Ermen de gur bike tê. Ji aliyekî din ve, hikumeta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hewl dide xwe di ser daneyên dîrokê re biavêje û ji nû ve dîroka Komkujiya Ermenan ku bi destê Împratoriya Osmaniyan pêk hatiye, li gorî xwestek û ajandeyên xwe yên siyasî binivîsîne."

 (bx)