TEV-DEM: Gefên Iraqê yên li dijî Şengalê fermaneke nû ne

TEV-DEM`ê got gefên hikumeta Iraqê yên kontrolkirina Şengalê, tenê xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk û hevalbandên wê dike û li dijî gelê Şengalê fermaneke nû ye.

TEV-DEM: Gefên Iraqê yên li dijî Şengalê fermaneke nû ne
21 nîsan, 2021   06:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da raya giştî û tê de bang li hikumeta Iraqê kir ku erkên xwe yên exlaqî li hemberî dozên civaka êzidî ya li Şengalê bîne cih û destekê bide projeya demokratîk ku ji bo çareseriyê nimûne ye.

TEV-DEM`ê di destpêkê de شwiha got: “Careke din senaryoya gefxwarinê ya hikumeta Iraqê derdikeve pêş ku dê bi hêza leşkerî Şengalê kontrol bike. Lê vê carê bi rêya Girê Girzk da ku vîn û berxwedana gelê me yê li Şengalê têk bibe ku li hemberî terorê li şûna civaka navneteweyî li ber xwe da. Bi taybet hikumeta Iraqê ku artêşa wê ji Şengal û gelek herêmên din vekişiya.”

TEV-DEM`ê diyar kir ku hikumeta Iraqê bi sewqiyatên leşkerî yên li herêmê dixwaze destkeftiyên şengaliyan têk bibe, piştî ku gelek azar û êş ji ber komkujiyan, revandina jinan, zarokan û temenmezinan kişandin. Her wiha TEV-DEM`ê bi bîr xist ku li şûna hikumeta navendî rêzê ji vîna serkeftî bigire û bi mafên wan ên rewa di destûreke demokratîk de îtîraf bike, bi rêya pêkanîna lihevkirina 9`ê Cotmehê hewldana êrişkirina herêmê dike û wiha got: “Bi vê yekê tenê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê dike û fermaneke nû li dijî şêniyên Şengalê pêk tîne.”

TEV-DEM`ê diyar kir ku ew piştgiriya vîna şêniyên Şengalê û berxwedana wan a dîrokî dike heta ku bigihêje vîna xwe ya azad.

Di dawiyê de TEV-DEM`ê ev bang kir: “Divê desthilata Iraqê erkên xwe li hemberî dozên civaka êzidî ya li Şengalê bîne cih, desteka projeya wan a demokratîk bike ku ji bo çareseriyê nimûne ye. Lê ruxmî bangewaziyan û hevdîtinên êzidiyan bi rayedarên iraqî re, di serî de hikumeta Iraqê, lê tu helwestên erênî ji aliyê wan ve li holê tune bûn. Ev yek aloziya Iraqê aloztir dike û tenê hinek hêzên herêmî sûdê jê digirin.”

 (şx)

ANHA