​​​​​​​'Êrişa li dijî mala rêber Ocalan domandina komployê ye'

Siyasetmedar û rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê, êrişa li dijî mala rêber Abdullah Ocalan ya li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve, weke domandina komployê bi nav kirin.  

​​​​​​​'Êrişa li dijî mala rêber Ocalan domandina komployê ye'
21 nîsan, 2021   01:41
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Artêşa dewleta Tirk di 16'ê Nîsanê de mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê kir hedef.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman diyar kir ku derbasbûna rêber Ocalan axa Rojava di sala 1979'an de û bi taybet derbasbûna rêbertî ya gundê Elpelûrê weke xalek bingehîn a belavkirina fikir û felsefeya rêber Ocalan li tevahî Sûriya û Rojhilata Navîn bû û got: "Gava yekemîn a avakirina projeya Neteweya Demokratîk li wir dest pê kir."

Silêman wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka krîza Sûriyê de û heya roja îro, weke hewldana têkbirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a li herêmê ye."

Silêman diyar kir ku avakirina Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo dewleta Tirk weke metirsiyekê çêkir ku ev felsefe li Tirkiyayê belav bibe û gelê Tirkiyê banga guhertina sîstema serdest bike.

Der barê êrişa li ser gundê Elpelûrê, Silêman destnîşan kir dewleta Tirk bi vê yekê tirsa xwe ji felsefeya rêber Ocalan ji tevahî dunyayê re îspat dike.

Hevserokê PYD'ê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef der barê bûyerê de got: "Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî mala rêber Ocalan, girêdayî gefên domdar ên dewleta Tirk li dijî projeya Rêveberiya Xweser a ku li ser esasê biratiya gelan û edaleta civakê hate avakirin ku dispêre felsefeya rêber Abdullah Ocalan e."

Di dawiyê de Xelef teqez kir ku dewleta Tirk nikare daxwazên gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê yên azadiyê têk bibe û wiha domand: "Dema ku dewletên kapîtalizim li dijî rêber Abdullah Ocalan komployek dan meşandin, texmîn dikirin ku felsefeya rêber Ocalan dê li zîndanê bi dawî bibe."

(dx)

ANHA