Mihemed Cebir: Xebatên leşkerî tenê têrî tunekirina DAIŞ`ê nakin

Hevserokê Komîteya Parastinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Cebir destnîşan kir ku pêwîst e li rex hemleyên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ`ê, hemleyên hişyariyê û çalakiyên din ji şêniyan re werin lidarxistin, ji bo ku DAIŞ`ê bi temamî bê tunekirin.

Mihemed Cebir: Xebatên leşkerî tenê têrî tunekirina DAIŞ`ê nakin
20 nîsan, 2021   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Bejahiya bajarê Dêrazorê di salên 2018-2019`an de ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, lê hîna jî li wan herêman tevgerên şaneyên DAIŞ`ê hene.

Der barê mijarê de, ji fermandarên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Dêrzorê û Hevserokê Komîteya Parastinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Cebir bi rêya telefonê bi ANHA`yê re axivî û îşaret bi tevgerên şaneyên DAIŞ`ê li herêmê, operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), astengiyên ku rastî hêzên wan tên û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ji hêzên wan re li herêmê û rola wê kir û got: “Li Dêrazorê bi giştî operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyan hene.“

Ji dema rizgarkirina Baxozê di Adara 2019`an de ji çeteyên DAIŞ`ê, QSD`ê operasyon û pêngavên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê didomîne. Herî dawî di 14`ê Nîsanê de pêngava Geliyê El-Ecîc li bakurê Dêrazorê ragihand û li rex wê jî gelek operasyonên ewlehiyê li herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser dide meşandin.

Ne tenê şaneyên DAIŞ`ê li wan herêman çalak in, lê belê gelek şaneyên girêdayî dewleta Tirk û hin şaneyên girêdayî hikumeta Şamê li wir çalak in.

Cebir têkildarî vê yekê got: “Mîna ku hûn dizanin, gelek şane li herêmê hene. Ev şane girêdayî gelek aliyan in. Lê piraniya wan girêdayî DAIŞ`ê ne.”

Cebir wiha domand: “Gelek şaneyên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk hene. Her roj hêzên me bi operasyonên cuda li wan şaneyan dixin. Heta niha derbeyên giran li şaneyên DAIŞ`ê dan. Her wiha operasyonên me li dijî şaneyên din ên girêdayî dewleta Tirk û hikumeta Şamê berdewam in.”

Ruxmî ku girêdan û armancên wan şaneyan cuda ne, lê tevgerên wan yek in. Hemû hêzên leşkerî û rayedarên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê dikin hedef.

Herî dawî di 16`ê Nîsanê de şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê yê xeta rojhilat û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Dêrazorê de (rêya El-Xurafî) kirin hedef.

Cebir wiha berdewam kir: “Operasyonên hêzên me li herêmê li dijî şaneyan berdewam in. Geliyê El-Ecîc ber çav e.”

Li gorî Cebir gelek astengiyên li pêşiya hewldanên QSD`ê yên ji bo rêgirtina li pêşiya tevgerên şaneyan li herêmê dibin bend û wiha domand: “Gelek astengî hene. Gelek alî dixwazin şaneyan li herêmê ava bikin da ku ewlehiya herêmê têk bibin.”

‘XEBATÊN LEŞKERÎ BI TENÊ TÊRÊ NAKIN’

Cebir destnîşan kir ku derengmayîna rizgarkirina vê herêmê, li pêşiya hêzên me dibin asteng ku erka xwe bi cih bînin, ji ber ku fikir belav bûye û herêmê di vê dawiyê de rizgar bûye. Cebir wiha axaftina xwe domand: “Xebatên leşkerî bi tenê têrê nakin. Derengmayîna pêşkêşkirina xebatên xizmetguzarî, jiyanî û ewlehiyê li herêmê ji ber wan astengiyan e.“

Cebir îşaret bi wan astengiyan kir û got: “Tunebûna teknolojiya pêşketî ya leşkerî li cem hêzên wan û şerê çapemeniyê yê ji aliyê dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve li dijî hêzên leşkerî û Rêveberiya Sivîl ya herêmê tê meşandin, ji wan astengiyan e.”

Cebir têkildarî encamên wan operasyonan wiha axivî: “Heta niha me rola wan aliyan li herêmê sînordar kir ku fitneyan bi rêya dezgehên çapemeniyê belav dikin. Lê pêwîstî bi destekê û balkişandina li ser rastiyê herêmê heye."

Mihemed Cebir destnîşan kir ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê li herêmê ye, lê tenê di aliyê leşkerî de piştgiriyeke kêm dide hêzên QSD`ê.

Cebir di vî warî de got: “Ew desteka ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêşkêş dike bi tenê têrê nake, divê li rex wê hemleyên hişyariyê hebin û xebatên xizmetguzarî werin pêşkêşkirin.” 

Cebir wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser asta leşkerî destekdayîn têrê nake. Heta niha di destê me de çek û teknolojiya leşkerî ya pêşketî tune ye. Heke ev yek peyda bibin, em ê tevgerên şaneyan sînordar bikin û teqez dê bi dawî bibin.”

(şx)

ANHA