Artêşa Iraqê dixwaze bikeve gundekî Şengalê

Artêşa Iraqê hewl dide derbasî gundê Gir Zerik ê Şengalê bibe. Li ser vê yekê şêniyên herêmê li pêşiya wan bûn asteng û got “Li vir tu pêwîstiyek wisa nîn e”.

Artêşa Iraqê dixwaze bikeve gundekî Şengalê
20 nîsan, 2021   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêmê dane Rojnews'ê, artêşa Iraqê saet derdora 17.00’an xwest derbasî gundê Gir Zerik ê dikeve başûr-rojavayê Şengalê bibe.

Li ser vê hewldanê, xelkê gund pêşiya artêşa Iraqê girt û nehişt ku derbas bibe. Şêniyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê jixwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîn e.

Sekna hêza leşkerî û çalakiya gel a li herêmê berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiye-Iraq û PDK 9’ê Cotmeha 2020’ê li ser Şengalê peymanek îmze kiribû û di vê çarçoveyê de xwestibûn ku bikevin Şengalê.