Malpereke amerîkî: Gendeliyê hişt ku Pêşmerge nikaribin parastina Kurdên li Iraqê bikin

Malpera The National Interest a amerîkî ragihand ku gendelî û paşguhkirin, hişt ku hêzên Pêşmerge nikaribin bersiva êrişên cûda bidin.

Malpereke amerîkî: Gendeliyê hişt ku Pêşmerge nikaribin parastina Kurdên li Iraqê bikin
20 nîsan, 2021   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera The National Interest a amerîkî, piştî 33 sal li ser hemleya Enfal a li dijî Kurdên li Iraqê derbas bû, lê hîn jî hêzên Pêşmerge nikarin parastina Kurdan bikin û tekez kir ku hêzên Pêşmerge di parastina Êzidîyan de li dijî rêxistina DAIŞ`ê di 2014`an de, bi bin ketin.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku heger hêzên Koalîsyona Nanveteweyî destwerdan nekiriba, herêma Kurdistanê di pêvajoya piştî DAIŞ`ê de dê hilweşiya.

Malpera amerîkî got çawa Pêşmerge di salên 80`yî de têk çû, kopiya wê ya nûjen nikaribû ku qirkirina komî ya êzidiyan di sala 2014`an de rawestîne.

(bx)