Xelkê Şengalê berê xwe dide gundê Gir Zerik

Şêniyên Şengalê pêşiya artêşa Iraqê ya dixwest derbasî gundê Gir Zerik bibe girt, li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Şêniyên gundên derdorê jî bi armanca destekdayînê berê xwe dan Gir Zerik.

Xelkê Şengalê berê xwe dide gundê Gir Zerik
20 nîsan, 2021   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê danê êvarê saet derdora 17.00’an de xwest derbasî gundê Gir Zerik ê dikeve başûr-rojavayê Şengalê bibe.

Şêniyên gund derket ser rêya artêşa Iraqê û nehişt ku derbas bibe. Şêniyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê jixwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîn e.

Şêniyan ku piraniya wan jin in û her diçe hejmara wan zêdetir dibe, rê li hatin û çûnê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakiya ku tê de dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Şengalê” tên berzkirin, berdewam dike.

Li aliyê din şêniyên gundên derdorê jî bi armanca destekdayîna çalakiyê, berê xwe dan Gir Zerik.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/ISaYOg2lVBY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>