Serokê Çadê jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin ku serokê Çadê Îdrîs Dêby ku di şer de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Çadê jiyana xwe ji dest da
20 nîsan, 2021   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Çadê ragihand ku Serokomar Idrîs Dêby li eniya şer birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Artêşa Çadê, General Azem Bermandoa di daxuyaniya xwe ya li ser telezîvyona fermî got: “Dêby nefesa xwe ya dawî li eniya şer ji bo parastina serweriya dewletê da.”

Kurê Idris Dêby, General Mihemed Kaka li şûna bavê xwe hate erkdarkirin.

Ji ber bûyerê şîna giştî hate îlankirin.

Îdrîs Dêby ji sala 1990’an ve li ser desthilatê bû û bi darbeyê habû desthilatê.