Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê sivîlekî din hat kuştin

Kesên nenas vê sibehê li gundê Zêban ê li rojhilatê Dêrazorê sivîlek kuştin.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê sivîlekî din hat kuştin
20 nîsan, 2021   11:38
 DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, kesên nenas ên li motorskêlekê siwar bûbûn, vê sibehê ciwanê bi navê Yehya Ebdulmufdî yê ji gundê El-Dehlê, kuştin.

Nûçegihana me destnîşan kir ku bûyer li sûka gundê Zêban çêbûye.

Her wiha diyar kir ku çekdaran beriya ku birevin, wêneyên cenazeyê wî kişandine.

(cx)

ANHA