Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 232 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 232 kesên din bi covid-19 ketine û 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 232 kesên din bi covid-19 ketin
20 nîsan, 2021   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa dauxyand ku li herêmê 7 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa destnîşan kir ku 232 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 122 mêr, 110 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 32

Qamişlo: 51

Dêrik: 23

Dirbêsiyê: 10

Kobanê: 3

Reqa: 28

Tebqa: 32

Dêrazor: 38

Minbic: 3

Kampa Roj: 11

Mistefa her wiha diyar kir ku 12 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 14 hezar û 281 kes bi Koronayê ketine, ji wan 469 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 456 kes baş bûne.

(cx)