‘VekişînaTirkiyê ji peymana Stenbolê nîşaneya ‎pêşerojeke xirab e ji bo jinan’

Endamên rêveberiya Kongreya Star ên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku vekişîna dewleta Tirk ji peymana Stenbolê nîşaneya ‎pêşerojeke xirab e ji bo jinan û bang li jinan kir ‎ku têkoşîna xwe li hemberî siyasetên çewsînerî xurttir bikin.‎

‘VekişînaTirkiyê ji peymana Stenbolê nîşaneya ‎pêşerojeke xirab e ji bo jinan’
20 nîsan, 2021   07:57
HESEKÊ -BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk di 20'ê Adarê de ji peymana Stenbolê ya li dijî ‎tundiya li ser jinan vekşiya. Derdora 34 dewletên ‎Ewropayê li ser vê peymanê îmze kirine û di sala 2014'an de ‎kete pratîkê.‎

Dewleta Tirk dewleta yekemîn bû ku li ser peymana Stenbolê îmze ‎kir da ku xwe wek dewleteke demokrat û pêşenga wekheviya her du zayendan nîşan bide.‎

Li gorî muxalîfên Tirkiyê, ji dema ku dewleta Tirk ji peymanê ‎vekişiya derdora 27 jin li welêt hatin qetilkirin û bi sedan jin li dijî wan tundî hate kirin.

/ar/uploads/files/2021/04/20/074703_zndan-hsw.webp

Ji endamên rêveberiya Kongreya Star ên navçeya Dirbêsiyê Zîndan Hiso der barê vekişîna ‎dewleta Tirk ji peymana Stenbolê û betalkirina qanûnên parastina jinan de wiha got: "Ev yek nîşaneya zêdebûna asta tundiya li dijî jin û hiştina wê li hundirê malê de ye." ‎

Zîndan Hiso her wiha got: "Dewleta Tirk li gorî qanûnan tev nagere, dê çawa li gorî peymana Stenbolê tev bigere."

Zîndan Hiso diyar kir ku “jina siyasetmedar a xwedî fikira azad ‎metirsiyekî li ser pêşeroja Erdogan û hevkarên wî çêdike, ji ber ‎vê yekê dewleta Tirk ji vîna wan ditirse, bi taybet ji çalak ditirse û got, nîşaneya vê yekê jî cezayê girtîgehê yê 23 sal ku li dijî siyasetmedar Leyla Guven birî ye û cezayê muebet ê li Çîçek Kobanê ye.”

Der barê pêşeroja jinan li dewleta Tirk di gel ku tu qanûnên ku ‎wan biparêzin tune ne de, Zîndan Hiso destnîşan kir ku "pêşeroja jinan dê ‎di rewşeke xirab de be, jin dê ji maf û vîna xwe bê par bimînin ‎û dê bûyerên şîdeta li malê û kuştinê zêdetir bibin."‎

‛PEYMAN NE LI GORÎ SIYASETA DEWLETA TIRK E’

/ar/uploads/files/2021/04/20/074730_abyr-hsn.webp

Ji rêvebriya Kongreya Star Ebîr Hesen jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji peymana Stenbolê vekişiya, ji ber ku ew peyman ne li gorî siyasetên wê yên bêserûber ên li dijî jinan e.

Ebîr da zanîn ku dewleta Tirk rola mezin a jinan ‎dizane û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê jî hewl dide ku nasname û vîna jinan ‎tune bike, ji ber ku ditirse ku fikirên azad derbasî Tirkiyê jî bibin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jin roleke sereke di qadên siyasî, leşkerî, rêveberî û civakî de dilîzin, ji lew re di radeya yekemîn de tên armanckirin.‎"

Ebîr bang li rêxistinên jinan kir ku asta têkoşîna xwe ‎bilind bikin da ku mafên xwe ji planên dewleta Tirk ‎biparêzin.

Li Tirkiyê jin li dijî vekişîna Erdogan ji Peymana Stenbolê çalakiyan berdewam dikin. Ew yek jî, di çarçoveya hemleya bi banga vegerandina pêkanîna peymanê de û bi diruşmên "Peymana Stenbolê ya me ye û em dev jê bernadin" pêk tên. ‎

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tXrSETUDKko" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>