Çemê Firatê qirêj dibe..hişyariyên ji karesateke mirovî

Ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê û bi qirêjbûna çem re, Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî ji karesateke mirovî da.

Çemê Firatê qirêj dibe..hişyariyên ji karesateke mirovî
20 nîsan, 2021   07:31
KOBANÊ-DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker dizîna para Sûriyê ji ava çemê Firatê berdewam dike. Ji 27’ê Çileya derbasbûyî ve ava çemê Firatê ya ku ji xaka Tirkiyê ber bi Sûriyê ve diherike, ji 500 mitrekab daxistiye 200 mitrekab di saniyekê de.

‘QIRÊJÎ Û NEXWEŞIYÊN XERER GEFAN LI HERÊMÊ DIXWIN’

Ji rêveberên Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terbûş li ser qirêjiya ava vexwarinê û derketina nexweşiyên xeter ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, hişyarî da.

Terbûş wiha got: "Têkildarî ava vexwarinê, em li pêşberî karesateke rastîn in, ji ber ku kêmbûna rêjeya çemê av qirêj kir, ew yek jî gelek nexweşiyên xeter bi xwe re tîne, mîna kolêra ya ku di havînê de derdikeve. Ji ber ku ava vexwarinê ya piranî bajarên mezin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çemê Firatê ye."

Mihemed Terbûş hişyarî li ser rûdana karesatekê di demeke pêş de da, ji ber ku bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê yên genim bi ava çemê Firatê tên avdan, bi taybetî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê. Nemaze îsal ku baran li herêmê nebariye.

Terbûş eşkere kir ku kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê bandoreke neyînî li enerjiya kehrebeyê kir, ji lew re divê şênî baş kehrebeyê bi kar bînin û dê bi wê re jî saetên zêde yên kehrebeyê bidin herêmê.

‘AVA VEXWARINÊ Û AVDANA ZEVIYAN JI HÊMANÊN SEREKE NE’

Der barê mekanîzmeya xebata bendavan de, Mihemed Terbûş wiha axivî: "Em di 16 saetan de avê li bendavan kom dikin, da ku kehrebeyê rojane 8 saetan bidin. Êdî bendav jî nikarin vê kêmbûna rêjeya avê ya zêde tehmûl bikin. Ji lew re heke rewş heta çend hefteyên din bi vê rengî berdewam kir, em ê neçar bimînin ku bendavan rawestînin û kehrebeyê li ser herêmê qut bikin. Ji ber ava vexwarinê û avdana zeviyan ji kehrebeyê girîngtir in."

‘XWESPARTINA BENDAVA FIRATÊ’

Ji ber kêmbûna rêjeya çemê Firatê bandor li bendava Tişrînê (Rojava) bû, bi wê re Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar ma ku pişta xwe bide Bendava Firatê. Girêdayî mijarê Terbûş ev yek anî ziman: "Ji dema kêmbûna ava çemê Firatê tu zêdebûna avê çênebûye, ji lew re em neçar man ku bendava Tişrînê (Rojava) rawestînin û me ava ku tê de kom bûye ji bo ava vexwarinê ji herêmê re û avdana zeviyan bi kar anî. Lê belê ev yek heta du rojan jî li ber xwe nade û heke dewleta Tirk avê bernede Sûriyê, dê ji xizmetê derkeve."

Mihemed Terbûş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em niha pişta xwe didin bendava Firatê (Tebqa), ji ber ku tê de depoyeke mezin heye ku 14 milyar mitrekab av dihewîne. Me zêdetirî 8 milyar mitrekab av jê xerç kir û tê de zêdetirî 6 milyar mitrekab av maye. Dê di çend rojên bê de ji bo ava vexwarinê bi kar bînin. Ji ber ku em nikarin tevahî ava tê de, ji bo dayîna kehrebeyê bi kar bînin."

(fr)

ANHA