Pentengon: Sewqiyetên Rûsya li nêzî Ukrayna metirsîdar in

Berdevkê Pentegonê got, sewqiyetên leşkerî yên Rûsya li ser dirêjahiya sînorê bi Ukraynayê re, ji sewqiyetên 2014`an mezintir in û ew bi tevgerên metisîdar bi nav kir.

Pentengon: Sewqiyetên Rûsya li nêzî Ukrayna metirsîdar in
20 nîsan, 2021   08:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevê Pentegonê John Kirby duh bi civîneke çapameniyê, sewqiyetên leşkerî yên Rûsya li ser dirêjahiya sînorê bi Ukraynayê re bi tevgerên metirsîdar bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku ew sewqiyet ji sewqiyetên sala 2014`an dema ku Girava El-Qerim tev li xaka xwe kir, mezintir in.

Li gorî AFP`ê, Wezîrê Karên Derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî duh diyar kir ku zêdetirî 150 hezar leşkerên rûs li ser sînorê bi Ukrayna û Girava El-Qerim re kom bûne. Lê belê Kirby got ew hejmara hêza leşkerî diyar nake.

Kirby diyar kir ku ew sewqiyet metirsiyên cidî li cem wan çêdikin û destnîşan kir ku ew dibin sedema têkbirina ewlehî û îstiqrarê li ser sînorê bi Ukrayna re.

(cx)