Du wezîrên Cezaîrê li Lîbyayê ewlehiya herêmî gotûbêj dikin

Wezîrê karên derve û wezîrê karên hundirîn ên Cezaîrê Sebrî Bû Qadûm û Kemal Belcûd ji bo nîqaşkirina ewlehiya herêmî û piştgirtiya aliyên Lîbyayê, li Lîbyayê ne.

Du wezîrên Cezaîrê li Lîbyayê ewlehiya herêmî gotûbêj dikin
20 nîsan, 2021   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û serokwezîr Ebdulhemîd El-Debîbe, şandeya Cezaîrê pêşwazî kirin.

Di daxuyaniyek aliyê Lîbyayê de hate diyarkirin ku her du aliyan xeteryên wekî terorê, sûcên birêxistinkirî, qaçaxkirina madeyên hişbir, bazirganiyê çekan û koçberiya ne qanûnî, ku gefê li ewlehiya herêmê dixwin nîqaş kirin.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku serdan di çarçoveya hewldanên başkirina têkiliyên her du welatan de û piştgiriya aliyên Lîbyayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, pêk tê.

(dx)