​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ji bo bêbandorkirina cezayên li dijî Şamê odeyeke hevbeş

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa aborî ya li herêmên din bin serweriya hikumeta Şamê de û aloziya Yemenê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ji bo bêbandorkirina cezayên li dijî Şamê odeyeke hevbeş
20 nîsan, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞAM LI HÊVIYA GIHAŞTINA PETROLA ÎRANÊ Û GENIMÊ RÛSYAYÊ YE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavkaniyan destnîşan kir ku Şam li hêviya encamên biryara rûsî-îranî-sûrî ye ku odeyeke hevbeş ava bikin da ku petrol û madeyên xwarinê ji herêmênê hikUmetê re peyda bike û cezayên amerîkî-ewropî ku li ser rejîmê hatiye ferzkirin, derbas bikin."

Ajansa Spûtnîk a rûsî, beriya du rojan der barê avakirina odeya operasyonên rûsî – îranî û sûrî ji bo peydakirina rêyeke ewle û aram ji petrol û hin madeyên xwarinê ber bi benderên Sûriyê li ser Deryaya Spî werin şandin, agahî belav kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di demên dawîn de civînên zêde hatin lidarxistin. Nûnerên pêwenîdar ji Rûsya, Îran û Sûriyê bi armanca şikenandina dorpêça amerîkî-ewropî ya ku Sûriyê difetsîne, beşdarî civînan bûn.

Li stasyonên Şamê û herêmên rejîmê qerebalixeke zêde heye û kehbre her dem qut dibe.

GEREKE NÛ JI ŞERÊN LI YEMENÊ

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavkaniyên siyasî yên yemenî hişyarî ji ber zêdebûna nakokiyên di navbera meclisa demikî ya başûr û aliyên rêveber di hikûmeta Yemenê de û di serî de Partiya El-Islah El-Ixwanî, da. Ev yek jî nîşan dide ku dibe, di demên pêş de nakokî zêde bibin û aliyê siyasî li hemberî hev bisekinin.

Çavdêran tekez kir ku zêdebûna nakokiyên siyasî û ewlehî di navbera meclisa demikî û aliyên rêveber di hikûmeta Yemenê de, ne Ii gorî lihevkirina Riyadê ye û îşaret bi vegera şerên di navbera her du aliyan de dike.

(bx)