2 hezar rayedarên Îsraîlê ji ber vegera li peymana nukleerî, Biden hişyar kir

Zêdetirî 2 hezar berpirsên Îsraîlê peyama hişyariyê ya ji Biden re ku metirsiyên Îsraîlê ji vegera Washington li lihevkirina nûkleerî ya nû bi Îranê re diyar dike, îmze kir.

2 hezar rayedarên Îsraîlê ji ber vegera li peymana nukleerî, Biden hişyar kir
20 nîsan, 2021   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdetirî 2 hezar berpirsên leşkerî yên payebilind ên Îsraîlê, rêveberiya Serokê DAY`yê Joe Biden re ji ber lihevkirineke nû ya nukleerî bi Îranê re hişyar kir û got lihevkirina bi Îranê re, Îsraîlê dixe nava xeteriyeke yekser.

Li gorî malpera Washington Free Beacon, peyam ji aliyê Komxebata Parastin û Ewlehiya Îsraîlê, rêxistina Habithonistim ku saziyeke serbazên Îsraîlê yên rûniştî yên payebilind têde ne, hate îmzekirin.

 (bx)