Jinên Şêxmeqsûd li banên malên xwe sebzeyan diçînin

Jinên taxa Şêxmeqsûd banên malên xwe veguherandine zeviyên çandiniyê. Armanca jinan ji vê yekê li hemberî ambargoya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin û rewşa aborî ya zehmet bisekinin.

Jinên Şêxmeqsûd li banên malên xwe sebzeyan diçînin
20 nîsan, 2021   06:06
HELEB-MIHEMED EBDO

Li bazarên Sûriyê bi giştî buhayên madeyan bilind e,  ji ber ku lîreya sûrî li hemberî dolar hin caran dadikeve hin caran jî bilind dibe. Li gel vê rewşa debarê zehmet dibe, lê welatî bê çare neman û li ser banên malên xwe sebze çandin.

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê çanda çandina sebzeyan a li ser banên xaniyan ne çandeke nû ye, lê belê ji ber ku rewşa debarê zehmet bûye jin bi şêwazên cuda vê çandê didin meşandin.

/kr/uploads/files/2021/04/20/060715_2021-4-18-4.webp

Fatima Xelîl (50) ku endameke komînekê ye û yek ji dehan jinan ku xwest li mala xwe sebzeyan biçîne wiha got: "Perwerdeyê rola jinan xurt kir, girîngiya aboriya komînal a bi rêya çandina li banên malan roleke mezin li hemberî ambargoyê dilîze."

ÇANDIYA LI BAJÊR ŞARAZAYÎ YE

/kr/uploads/files/2021/04/20/060659_-.webp

Fatima Xelîl li ser banê mala xwe gelek cureyên sebzeyan mîna pîvaz, bexdenûs, xes, îsot, kizbere û xeyar çandin, li gel wê jî kulîlk û giyayên din ên xemilandiê li ber deriya mala xwe çandine.

Çandinî di hawizan an jî xezîneyên avê yên bi kar nayên û di filînên sebzeyan û tenekeyên zeytê de tên çandin.

Fatima Xelîl ji beriya du mehan ve dest bi çandiniyê kiriye û der barê vê yekê de got: "Min gelek cureyên din lê zêde kirine û hewl didim behreyên ji mezinên xwe di çandiniya li banên malan de pêk bînim."

Li ser asta berhemên ku ev çandinî didin, Fatima Xelîl got: "Beriya du mehan min dest bi çandiniyê kir û min dest bi berfirehkirin û belavkirinê kiriye, ev yek bi min re dibe alîkar. Tevî biha yan jî dorpêçê hêviyekê dide me û însiyatîfa min jî bersiva wan kiryaran e."

ꞌDIVÊ JIN DEBARA XWE BIKIN Û SEBZEYAN BIÇÎNINꞌ

Fatima Xelîl da zanîn ku perwerdeyên ku wan dîtine, ji bo wan girîng bû, ji ber ku bi rêya naskirina dîroka jinên Mozopotamyayê xwe nas kirin û bawerî bi xwe anîn ku jinan çandinî kişf kir ku sûdê ji xwezayê bibînin.

Fatima Xelîl bang li jinan kir ku bixebitin, da ku aloziya ji ber rewşa aborî çêbûye derbas bikin, debara xwe bikin û sebzeyan li malên xwe biçînin ku sûdê jê werbigirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FpqKeep_4VU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>