Ezam: Rêveberiya Xweser aliyekî girîng e û têkbirina DAIŞ`ê wekî têkbirina Osmaniyan girîng bû

Siyasetmedar Semîr Ezam diyar kir ku Rêveberiya Xweser bûye aliyekî girîng li Sûriyê û destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê û dozên heyî bi rêya îtîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser pêkan e.

Ezam: Rêveberiya Xweser aliyekî girîng e û têkbirina DAIŞ`ê wekî têkbirina Osmaniyan girîng bû
20 nîsan, 2021   04:14
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Bi derketina şoreşa Sûriyê ji rêgeha wê û bikaranîna wê ji aliyê gelek hêzên herêmî û navneteweyî ve, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêyeke din pejirand. Di encamê de di 21`ê Çileya 2014`an de li kantona Cizîrê Rêveberiya Xweser a Demokratîk hate ragihandin. Di heman mehê de Rêveberiya Xweser li kantonên Efrîn û Kobanê jî hatin ragihandin û ew yek bû ji girîngtirîn gavên dîrokî li Sûriyê.

Di encama hevgirtina di navbera gelan de, li herêmên ku ji DAIŞ`ê û komên din ên çeteyan hatine rizgarkirin, saziyên sivîl hatin avakirin.

Bi rizgarkirina bajarê Reqayê re di 2017`an de ku DAIŞ`ê wekî "paytexeta xîlafetê" ragihandibû, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 rêveberiyên xweser û sivîl hebûn; Cizîrê, Efrîn, Firat, Minbic û gundewarên wê, Reqa, Tebqa û Dêrazor. Li ser vê esasê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di kongreya xwe ya sêyemîn a di 16`ê Tîrmeha 2018`an de biryar da ku sîstemeke îdarî bê avakirin da ku xizmetên di navbera herêmên rizgarkirî û rêveberiyên xweser ên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, koordîne bike.

Di 6`ê Îlona 2018`an de bi beşdarbûna 70 endamên rêveberiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsayê, civînek hat lidarxistin. Di civînê de ji bo avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteya amadekar hate avakirin.

Di civînê de, Rêveberiya Xweser hate ragihandin ku ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk dihat.

'RÊVEBERIYA XWESER ALIYEKÎ GIRÎNG E'

Koordînatorê Kombûna Sûriyên Ilmanî ya Demokratîk li Siwêdayê Semîr Ezam li ser girîngiya Rêveberiya Xweser wiha axivî: “Rêveberiya Xweser ji ber 3 sedeman bû aliyekî girîng li Sûriyê. Ya yekemîn birêxistinkirina civakê li bajar, tax û bajarokên ku di encamê de rewşeke rast û pêwîst ji bo xwespartina hêza xweser di aliyê xizmetguzarî û leşkerî de, derket holê. Di encama birêxistinkirina civakê de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin, ku li hemberî êrişên terorîstên ji Sûriyê û yên ji Tirkiyê hatine; bajar, tax û bajarokên li herêmên Sûriyê parastin.”

Ezam wiha axaftina xwe dewam kir: “Ya duyemîn jî pêşxistina yekîneyên parastinê yên xweser e ku destpêkê ji ciwanên Kurd hatibû avakirin, piştre hemû pêkhateyên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin nava xwe û Hêzên Sûriya Demokratîk hate avakirin. Ya sêyemîn hevbendiya leşkerî ya bi Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê re ye di şerê li dijî terora DAIŞ’ de ku pirnaiya herêmên rojhilat, bakur û naverasta Sûriyê xistibûn bin serweriya xwe. Di encama wê hevbendiyê de hemû bajar û herêm ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û xîlafeta wan li cihê wan ê herî dawîn li Baxozê di 23`yê Adara 2019`an de hate tunekirin.”

‘DIVÊ HEVBENDIYA LEŞKERÎ VEGUHERE HEVBENDIYEKE LEŞKERÎ Û ABORÎ’

Têkildarî dosyayên bigirêk bi taybetî mijara çeteyên DAIŞ`ê, dagirkeriya Tirk û hwd Ezam got: “Çareserkirina doza çeteyan û dagirkeriya Tirk û îtîrafa siyasî ya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê welatên rojavayî ve, pêkan e. Heke hevbendiya leşkerî ya bi rojavayiyan re veguherî hevbendiyeke siyasî û aborî. Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe parçeyekî çareseriya temam û dawîn a aloziya Sûriyê.

Serkeftinên leşkerî ku bi saya hevbendiya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê di şerê li dijî terorê de hatine bidestxistin, bi rûxandina “paytexta DAIŞ`ê” Reqayê di Cotmeha 2017`an de û bi tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê di Adara 2019`an de, tacîdar bûn. Têkbirina xîlafeta DAIŞ`ê bi qasî girîngiya têkbirina xîlafeta Osmanî di sala 1918`an de bû, ku vê yekê di şerê Sûriyê de guhertinek nû çêkir. Yên destpêkê bi vê yekê hesiyan, partiya AKP`ê ya îxwanî û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan bû.”

Ezam diyar kir ku bi serkeftinên li pey hev ên Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî çeteyên dewleta Tirk re, Erdogan zanî ku ew çeteyên wî nikarin li hemberî QSD`ê bisekinin û wî êdî dest bi amadekariyên destwerdana leşkerî ya yekser li bakurê Sûriyê kir û wiha domand: "Nakokiyên bi Rûsya û Îranê re bi dawî kirin û helwesta xwe ya dijminahiya rejîmê guherand û dev ji armanca xwe ya hilweşandina rejîmê jî berda. Piştre li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi koordîneya bi rejîmê, Rûsya û Îranê re kir. Di encama wê de, di havîna 2016`an de artêşa Tirk bajarên Cerablus û Bab dagir kirin. Her wiha hevbendiya xwe bi Rûsya û Îranê re bi dijminahiya li ser Efrînê û dagirkirina wê di Adara 2018`an de, bi encam bû. Hevalbendiya wan bi dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî 2019`an de, bi encam bû.”

Semîr Ezam li ser asoyên çareseriyê li Sûriyê wiha got: “Êdî pêwîst e aloziya Sûriyê di çarçoveya biryara navneteweyî ya 2254’an de bê çareserkirin. Bi taybetî piştî encamên bi talûke yên rêgeha Astanayê ya di navbera Rûsya-Tirkiye-Îranê de û sûcên şer, sûcên dermirovî û qirkirina etnîk ên ku di encamê de derketine holê.”

Semîr Ezam diyar kir ku piştî ku dewleta netewperest a navendî di pêkanîna wekheviya civakî, aborî û siyasî di navbera gelê Sûriyê de, her wiha di pêşxistina geşkirina aborî ya hevseng û mayînde di navbera herêm û parêzgehên Sûriyê de bi bin ket, hişt ku di 2011`an de teqandinek çêbe û wiha got: "Şerê leşkerî yê ji beriya 10 salan ve li Sûriyê diqewime, bêçaretiya çareserkirina aloziya Sûriyê bi navendîbûnê (çi netewperestî çi jî olperestî), îsbat kir.”

Semîr Ezam wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Tiştên me anîne ziman, îsbat dike ku çareserkirina aloziya Sûriyê ya heyî û aloziyên ji dema avakirina dewleta netewperest li Sûriyê sala 1958`an de Ii ser hev kom bûne, tenê bi dewleta nîştimanî ya bi projeya komara Sûriyê ya nenavendî û demokratîk pêkan e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sekindina li hemberî terorîstan a bi saya lehengî û biratiya pêkhateyên Sûriyê û azadiya siyasî ya hemû partî û hêzên siyasî û bi jiyana birûmet a welatiyan li herêmên wê, hate îsbatkirin û nimûneyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî adil û dawîn, pêşkêş kir.”

(cx)

ANHA