Mûna El-Xelef: Helwesta Rûsyayê nakeve xizmeta gelê Sûriyê

Berpirsa Nivîsgeha Jin a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê Mûna El-Xelef helwesta Rûsyayê ya li hemberî êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku hevkariya Rûsyayê û durûtiya wê li dijî gelê Sûriyê ye.

Mûna El-Xelef: Helwesta Rûsyayê nakeve xizmeta gelê Sûriyê
20 nîsan, 2021   01:46
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Bertekên li hemberî bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçin zêde dibin. Ji ber ku hêzên Rûsyayê li gorî lihevkirina agirbestê li herêmê ne û qaşo bi rola hêza garantor radibin.

Berpirsa Nivîsgeha Jin a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a li Sûriyê Mûna El-Xelef got ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk, hêzên herêmî û yên navneteweyî ku mudaxeleyî Sûriyê dikin, roleke neyînî lîst û bûn sedema girêkbûna aloziya Sûriyê û dirêjkirina temenê wê.

Mûna wiha domand: “Piraniya wan hêzan, ne ji bo pêkanîna berjewendiya gelê Sûriyê mudaxele kir, lê belê ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Tevahiya hêzên nakok li herêmê tenê li dû berjewendiyên xwe ne.”

Têkildarî helwesta Rûsyayê Mûna ev nirxand kir: “Hêzên Rûsyayê her tim hewl didin hebûna xwe ya li herêmê xurt bikin û qada belavbûna xwe firehtir bikin û li gorî xwe tev digere. Rûsya rola ku wek hêzeke garantor derbasî herêmê bûye, nalîze, ji ber ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê berdewam in nexasim li Eyn Îsa, Şehba û gundên Minbicê û sivîl temenê wan binpêkirinan didin.”

Mûna wiha behsa vekişîna hêzên Rûsyayê ji nuqteyên xwe yên li Şehbayê û vegera wê ya piştî çend saetan kir: “Ji ber ku kantona Şehba girêdayî Rêveberiya Xweser e ew dixwaze bi vê yekê zextê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Rûsya tawîzan ji Rêveberiya Xweser dixwaze da ku destkeftiyên dîtir ji herêmê bi dest bixe.”

Mûna El-Xelef girêdayî rêbazên şerê dewleta Tirk ê li dijî herêmê jî wiha axivî: “Dewleta Tirk bi rêbazên cuda şerê herêmê dike. Ji 3 mehan ve asta ava çemê Firatê kêm dike. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li çandiniyê dike. Li rex wê jî civaka navneteweyî û Rûsya bê deng in.”

Mûna  sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û bang li aliyan kir ku mudaxeleyî Sûriyê dikin; bi taybet Rûsya, roleke erênî bilîzin û van sûcan rawestînin.

Mûna di dawiyê de bang li aliyên Sûriyê kir ku xwedî nêrîneke siyasî li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê bin da ku bi razîbûna tevahiya aliyan bigihêjin çareseriyeke giştî ku Sûriyeke demokratîk û azad ava dike û hemû hêzên nakok ji Sûriyê derkevin.

(şx)

ANHA