Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Sûriyeya demokratîk a nenavendî çareseriya tekane ye

Rûspî û şêxên eşîrên Dêrazorê got, avakirina Sûriya demokrat a nenavendî çareseriya tekane ya krîza ku ev 10 sal in li welat didome.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Sûriyeya demokratîk a nenavendî çareseriya tekane ye
20 nîsan, 2021   02:58
DÊRAZOR

Sêx û rûspiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ser pêwîstiya yekitiya Sûriyê, pirrengiya bi rêvebirina wê û nenavendîbûna wê axivîn.

/kr/uploads/files/2021/04/19/180442_-.webp

Rûspiyê eşîra El-Xelef a li bajarokê Baxozê yê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê Salim Mihemed wiha got: "Ji ber gelek sedeman em banga hikumeteke pirrengî ya nenavendî dikin, ji wan sedeman; nehebûna çareseriya siyasî li Sûriyê piştî 10 salan ji azar, wêrankirin û qetilkirinê. Ji ber ku sîstema nenavendîbûnê rêzê ji tevahî nêrînan digire."

Mihemed wiha domand: "Rêveberiya Xweser bi rêya tecrûbeya ku niha em  tê re derbas dibe, piştevaniya azadî, wekhevî û demokrasiyê dike ku ji 10 salan ve gel bangawaziya wê dike. Lê li aliyekî din ji dest hikumeta Şamê zêdetirî nîvê gelê Sûriyê koçber bû."

Mihemed anî ziman ku rejîma hikumeta Şamê, rejîmeke çewsîner e û bi destekî ji hesin Sûriyê kontrol dike û wiha dom da axaftina xwe: " Ji dema ku hikumeta Şamê hatiye ser desthilatê ve piranî pêkhateyên gelê Sûriyê paşguh kiriye, ji wê zêdetir welatiyan digire. Em vê rejîmê red dikin, ji ber ku ji zêdetirî 50 salî ve me gelek azar ji dest dîtin. Her wiha heta diruşmên wê jî derew bûn û berovajî bangên wê yên yekitî, ne azadî û ne hevbeşî ne."

Mihemed destnîşan kir ku hikumeta Şamê hêz, tundî li dijî her kesê ku li hember desthilatiya wê derdiket, pêk dianî, ji lew re ew vegera vê rejîmê yan jî pêkanîna tu hilibijartinên ji bo vegera heman rejîmê ku bûye sedema koçberiya zêdetirî nîvê gelê Sûriyê, tenê ji bo parastina kursiyê, red dikin.

Salim Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Modela herî guncaw ji sîstema birêvebirinê li Sûriyê nenavendîbûne,  ji ber ku ew sîstem ji ber çareserkirina aloziya Sûriyê projeyeke serkeftî ye."

/kr/uploads/files/2021/04/19/180500_-.webp

Li aliyekî din jî rûspiyekî eşîra Mersûmî ya li bajarokê Baxozê Hewas Dêr El-Casim wiha got: " Em gelê Sûriyê ji zû de dixwazin Sûriyeke pirrengî ya nenavendî ava bikin."

El-Casim eşkere kir ku gelek rejîmên destpot Sûriyê bi rê ve birin û krîz heta roja îro berdewam kirin û diyar kir ku ji bo serxwebûn û azadiya Sûriyê bi xaka û gelê wê ve, gelek şehîd ji tevahî etnîk û pêkahteyan hatin dayîn.

El-Casim da zanîn ku gelek dewletên mezin hene li qada Sûriyê dilîzin û berjewendiyên wan hevbeş in û got, ev dewlet naxwazin Sûriyê bibe yek an jî nêrîna gelê yek be, tenê dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiya gelê Sûriyê pêk bînin.

El-Casim wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em Sûriyeke pirrengî ya nenavendî dixwazin. Em Sûriyeke ku ji ber bi hezar salan ve parçekirî naxwazin û dixwazin gelê wê yek be û xwedî biryar be."

(fr)

ANHA