ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2021
19 nîsan, 2021   23:00

- Rûspî û şêxên eşîrên Dêrazorê got, avakirina Sûriya demokrat a nenavendî çareseriya tekane ya krîza ku ev 10 sal in li welat didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rêvebera Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê Mûna El-Xelef helwesta Rûsyayê ya li hemberî êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku hevkariya Rûsyayê û durûtiya wê li dijî gelê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Bêrîvan Hesen bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişa dewleta Tirk a ji "Mala Rêbertî" şermezar kir û ev pirs kir: " Gelo civaka navneteweyî ji sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê razî ye?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên taxa Şêxmeqsûd banên malên xwe veguherandine zeviyên çandiniyê. Armanca jinan ji vê yekê li hemberî ambargoya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin û rewşa aborî ya dijwar bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên Kongreya Star ên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku vekişîna dewleta Tirk ji peymana Stenbolê nîşaneya ‎pêşerojeke xirab ji bo jinan e û bang li jinan kir ‎ku têkoşîna xwe li hember siyasetên çewsînerî xurttir bikin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Semîr Ezam destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bûye aliyekî girîng li Sûriyê û destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê û dozên heyî bi rêya îtîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dema diyarkirî ya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Filistînê nêzîk dibe, di demekê de ku raya giştî ya Filistînê tu nîşaneyên rast nabîne ku dê hilbijartin werin lidarxistin. Berovajî wê texmîn hene ku derfetên paşxistina hilbijartinan zêde dibe ku tê payîn di 22'yê Gulanê de werin lidarxistin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê û çêbûna qirêjiyê li çemê, Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyariya karesateke mirovî ya rasteqînî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA