Îhtimalên derengxistina hilbijartinên Filistînê zêde dibin

Dema diyarkirî ya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Filistînê nêzîk dibe, di demekê de ku raya giştî ya Filistînê tu nîşaneyên rast nabîne ku dê hilbijartin werin lidarxistin. Berovajî wê texmîn hene ku derfetên paşxistina hilbijartinan zêde dibe ku tê payîn di 22'yê Gulanê de werin lidarxistin.

Îhtimalên derengxistina hilbijartinên Filistînê zêde dibin
19 nîsan, 2021   23:39
XEZA-OMER MUSA

Piştî demeke dirêj a rawestandinê, li gorî daxuyaniya serokê Filistînê Mehmûd Ebas, hilbijartinên parlamentoya Filistînê dê di 22'yê Gulanê de bêne lidarxistin.

Heta roja îro gelek çavdêr gava tomarkirina lîsteyên hilbijartinê yên partiyan bi awayekî fermî, weke garantiyeke rast a lidarxistina hilbijartinan nabînin. Ji ber ku gelek astengî li pêşiya lidarxistina hilbijartinan hene. Di nava van astengiyan de parçebûne tevgera El-Fetih ku bû 3 şepel û bi 3 lîsteyên cuda li hemberî lîsteyeke yekgirtî ya Hemasê tev li hilbijartinan bû. Ev yek dibe ku bandorê li ser rewşa wê li hemberî Hemasê bike.

DIBE KU PEYAMA AMERÎKAYÊ HEVSENGIYÊ BIGUHERÎNE

Li gorî çavdêran sedemên cuda hene ku rê li ber partiyên Filistînê bi taybet Fetih û Hemasê vekir ku hilbijartinan qebûl bikin. Ji bo Fetih û serokê wê Mehmûd Ebas, piştî ku têkiliyên di navbera desthilata Filistînê, rêveberiya Amerîkayê û Ewropayê de bi paş de çûn, hilbijartin derfetek e da ku rewabûna xwe li hemberî civaka navneteweyî nû bike û dergehek e ku rola xwe ji nû ve bilîze.

Ji aliyekî din ve Hemas ji ber tunebûna bijarteyên wê li hemberî rewşa aborî û jiyanî ya li herêma Xezayê, têkçûna wê ya rakirina dorpêça Îsraîlê ku ji beriya zêdetirî 14 salan ve li ser Xezayê hatiye ferzkirin. Her wiha ji ber ku rewabûneke navneteweyî bi dest nexist ku pê bikare civaka navneteweyî dûrî desthilata Filistînê muxatab bigire ji dema ku sala 2006`an di hilbijartinan bi ser ketiye, ev hemû bûn sedem ku Hemas lidarxistina hilbijartinan qebûl bike.

Çavdêr diyar dikin ku binpêkirinek di rewşa her du tevgeran de dikare bandorê li erêkirina hilbijartinan bike. Di vê çarçoveyê de kanala Îsraîlê ‘Kan’ eşkere kir ku Washington nameyek ji desthilata Filistînê û serokê wê Mehmûd Ebas re şand û tê de da zanîn ku rêveberiya Amerîkayê  dê li dijî paşxistina hilbijartinên Filistînê dernekeve û vê yekê fehm dike.

Li gorî nameyê, rêveberiya Amerîkayê bi giştî piştgiriya hilbijartinên Filistînê dike, lê belê astengiyên wekî Koronayê, rewşa aborî, tengasiyên siyasî wekî kontrolkirina Îsraîlê li ser Qudsê û derketina kesên ku dijberî cudakirina her du dewletan disekinin (Hemas), dizane.

El-FETIH PAŞXISTINÊ NÎQAŞ DIKE

Nameya Amerîkayê hemwextî nameyeke din a malbatên dîlgirtiyên tevgera El-Fetihê û serokên wê yên di girtîgehên Îsraîlê de bû ku daxwaz kir ku hilbijartin ji bo 3 mehan were paşxistin heta ku aloziya "parçebûnên di nava Fetihê de" çareser bibe.

Nameya girtiyan ji serokê Desthilata Filistînê Ebas re wiha ye: "Paşxistina lidarxistina hilbijartinên Filistînê, erkdarkirina esîr Merwan Barghûsî wek cîgirê serok Mehmûd Ebas û vegera Dr. Nasir El-Qidwa ku bi hevkariya Barghûsî lîsteyeke yekgirtî cudayî Fetihê ku yek ji rêveberên wê ye."

Li gorî raporên Filistînê, di nameyê de însiyatîfek jî heye û naveroka wê wiha ye: "Piştî pêvajoya paşxistina hilbijartinan, biryareke serokkomariyê ji bo sererastkirina madeya 38'an tê derxistin ku dihêle her hemwelatiyekî Filistînê bibe bernamzetê serokatiyê. Piştî wê biryarê, vekişandina lîsteya Azadî - lîsteya Bargûsî û El-Qidwa bi armanca yekkirina her du lîsteyan di nava lîsteyekê de li gorî berjewendiyên tevgerê tê ragihandin. Di heman demê de diyalogekê bi lîsteyên din re vedike."

Her wiha însiyatîfê pêşniyar kir ku biryareke serokatiyê ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatiyê li gorî pergala Amerîkayê were derxistin, yanî namzetiya serok û cîgirê wî di yek kaxizekê de bi vî awayî "Mehmûd Ebas dibe namzetê tevgerê ji bo serokatiyê, El-Berxûsî di heman kaxizê de cihê cîgirê serok digire."

Analîzvan û nivîskarên Filistînê li ser vê nameyê şîrove dikin ku helwesta rast a serokatiya Fetih a ji ber rewşa parçebûnê ya di nava tevgerê de, nîşan dide û dibe ku ev peyam veguhere biryareke serokatiyê ji bo paşxistina hilbijartinan ji bo çarekirina kêmasiyên di nava tevgera Fetih de.

‘DERFETÊN PAŞDEXISTINE PÊKAN IN’

Lêkolînerê filistînî Ezîz El-Misrî diyar kir ku du bijarte hene. Ya yekemîn; paşxistina hilbijartinan bi erêkirineke giştî ya nîştimanî û avakirina hikumeteke nîştimanî bi razîbûna hemûyan û ya din, bi biryareke takekesî ya serok Ebas werin paşxistin.

El-Misrî diyar kir ku Hemas dê hewl bide eniyeke berfireh li Xezayê ava bike ku li hemberî desthilatê piştî ku ji hilbijartinan xwe da alî, bi rê ve bibe.

El-Misrî bi bîr xist ku bijarte niha li ser maseyê ne û di nav de welatên Ereban bi her kesî re tên nîqaşkirin.

El-Misrî biryara paşxistina hilbijartinan dûr nexist û got: "Girêdana van geşedanan bi vegera piştgiriya amerîkî ku ji aliyê rêveberiya berê ya Koşka Spî ve hatibû cemidandin, dibe ku paşdexistinê pêk bîne. Ji ber ku partiyên (Hamas û Fetih) di dema krîzê de berê xwe didin hilbijartinên neteweyî û dema ku rehet bibin ji dosyayên parçebûnê û hilbijartinan dûr dikevin."

El-Misrî di dawiyê de got: "Helwesta Ewropayê ji ya amerîkiyan ji hilbijartinan ne cuda ye ku desthilata Filistînê dixwaze wan bi rêya lidarxistina hilbijartinan razî bike.”

(şx)

ANHA