Bêrîvan Hesen: Civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe sûcên  dewleta Tirk erê dike

Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Bêrîvan Hesen bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişa dewleta Tirk a ji "Mala Rêbertî" şermezar kir û ev pirs kir: " Gelo civaka navneteweyî ji sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê razî ye?"

Bêrîvan Hesen: Civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe sûcên  dewleta Tirk erê dike
20 nîsan, 2021   00:41
KOBANÊ-MEYSAA AKARÎ

Artêşa Tirk a dagirkir êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike û li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e. Li gorî şîrovekarên siyasî ev bêdengî ewlehiya cîhanê dixe xeteriyê.

Li gel êrişên domdar ên li ser Eyn Îsa û Şehbayê, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker sibeha 16`ê Nîsanê mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê bomebebaran kir. Rêber Abdullah Ocalan sala 1979'an dema ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibû li wê male dima. Ji ber wê ev mal bi "Mala Rêbertî" tê naskirin.

Hemwextî êrişa li ser mala  ku rêber Abdullah Ocalan lê dima, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li perava rojavayê çemê Firatê ya li gundên girêdayî bajarê Carablusa dagirkirî bi cih bûne, bi topên hawinan gundê Boraz û gundên derdora wê yên li rojavayê bajarê Kobanê kirin armanc.

'ÊRIŞA LI SER MALA RÊBER OCALANA TIRSA DEWLETA TIRK A JI FIKIRÊ WÎ NÎŞAN DIDE'

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Hesen axivî û got, êrişa dewleta Tirk a li ser mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima, asta metirsiya wê ya ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan û fikirê demokratîk ê ku ji bo desthilata Tirkiyê xetere, nîşan dide.

Bêrîvan Hesen destnîşan  kir ku dewleta Tirk bi girtina rêber Ocalan û bi ferzkirina tecrîda giran a li ser wî têr nebû, lê êrişî hemû deverên  ku mohr an jî bîranînên wî lê hene, dike.

'BI BÊDENGIYA XWE SÛCAN ERÊ DIKE'

Bêrîvan Hesen bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: "Em dibînin ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmê û gelê wê berdewam dike, di heman demê de ji beriya 22 salan ve tecrîdeke derqanûnî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike, lê li hemberî van sûcan civaka navneteweyî, tevahiya dewletên cîhanê û rêxistinên hiquqî bê deng in."

Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Bêrîvan Hesen îşaret pê kir  ku divê hêzên cîhanê li dijî dewleta Tirk û sûcên ku li dijî herêmê û gelê wê pêk tîne, helwesteke cidî bide û sûcên dewleta Tirk bisekinîne.

Bêrîvan Hesen di dawiya axaftina xwe de ev pirs kir:" Gelo civaka navneteweyî ji sûcên ku dewleta Tirk ên li dijî gelê  herêmê razî ye? Civaka navneteweyî bi  bêdengiya xwe pêkanîna sûcan erê dike."

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker di 22`yê Çileya derbasbûyî de maleke sivîl a li başûrê Kobanê kir armanc û di encamê de sivîlek birîndar bû, di 23`yê Hezîrana derbasbûyî de bi balafireke bê pîlot li gundê Helincê komkujiyek pêk anî û 3 jinên çalakvan qetil kirin.

(eh)

ANHA