Serokê berê yê Şaredariya Hannoverê siyaseta Almanyayê ya li dijî Kurdan rexne kir

Serokê berê yê Şaredariya Hannoverê Herbert Schmalstieg siyaseta Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ya li dijî Kurdan rexne kir ku sûcdarkirina tevgerên faşîst ên Tirk red dike.

Serokê berê yê Şaredariya Hannoverê siyaseta Almanyayê ya li dijî Kurdan rexne kir
19 nîsan, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên faşîstên Tirk ên ku di çend salên dawîn de li gel desthilata Erdogan xwe di bin navê Ulkucu anku Gorên Boz de li Ewropayê bi rêxistin dikin, her ku diçe xetereya wan li ser welatê ku lê dimînin, zêde dibe.

Ev rêxistina ku hema bêje nîv leşkerî ye û ji aliyê desthilata AKP û MHP`ê ve tê birêvebirin, sûcên li dijî Kurd, Ermen, Cihû û kêmneteweyan ên li Tirkiyê pêk tînin.

Serokê berê yê şaredariya bajarê Hannoverê Herbert Schmalstieg nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ya li hemberî komên nîjadperest ên Tirk rave kir û banga qedexekirina nîjadperetên Tirk li Almayayê bi giştî kir mîna ku Fransa û Awistralyayê kiriye.

Schmalstieg got ji bo qedexeyeke berfireh a li dijî nîjadperestên Tirk, biryara di meha Mijdarê de li Meclisa Federal hate dayîn, têrê nake û bang li partiyên li meclisê kir ku pêşnûmaqanûneke nû amade bikin.

Siyasetmedarê xwedî tecrûbe Schmalstieg xwest ku ji Wezareta Karên Hundir re neyê hiştin ku çarçoveya qedexeyê diyar bike û got: "Divê Meclisa Federal a Almanyayê li dijî koma navborî pêşnûmaqanûneke nû bixe rojeva xwe. Di vê pêşnûmeya nû de jî divê bi awayekî şênber bê destnîşankirin ku kîjan rêxistin wê bên qedexekirin."

Herbert Schmalstieg her wiha siyaseta krîmînalîzekirinê ya Wezareta Karên Hundir a li dijî Kurdan rexne kir. Schmalstieg ji wezaretê xwest ku siyaseta xwe ya zextê ya li ser Kurdan biterikîne û wiha domand: "Dem hatiye ku Wezareta Karên Hundir helwest û nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de lêkolîn bike û biguherîne."