Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din ji ber koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku ji ber vîrusa koronayê 6 kesên din li herêmê jiyana xwe ji dest daye û 166 kesên din pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din ji ber koronayê mirin
19 nîsan, 2021   10:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) 2 mêr û jinek ji Qamişloyê, mêrek ji Hesekê, mêrek ji Dêrikê û jinek ji Dêrazorê mirine.

Her wiha Mistefa diyar kir ku li herêmê 166 kesên din; 94 mêr û 72 jin, bi vîrusa koronayê ketine û ji van herêman in:

Hesekê: 47

Qamişlo: 59
Dêrik: 27
Dirbêsiyê: 7
Reqa: 25
Kampa Holê: 1

Mistefa bi bîr xist ku rewşa 8 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daneyên dawîn re hejmara pêketiyan gihaşt 14 hezar û 49 kesan û 462 nexweş mirine û hezar û 444 nexweş jî baş bûne.

(şx)