Hêzên hikumeta Şamê herêma “bêçek” topbaran kir

Îro hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên li başûrê Idlibê, topbaran kirin. Li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên keşfê yên Rûsyayê hebû.

Hêzên hikumeta Şamê herêma “bêçek” topbaran kir
19 nîsan, 2021   11:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê herêmên Fetîra, Sifohin, Kensefra û derdorê wê yên li Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, bi dijwarî topbaran kirin.

Hemwextî wê yekê, li asîmanê herêmê tevgerek zêde ya balafirên keşfê yên Rûsyayê hebû. Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk bi çekên sekvaniyê endamên hêzên hikumeta Şamê li bajarokê Dare El-Kebîre ya li başûrê Idlibê kirin hedef, di encamê de herî kêm endamekî hikumetê birîndar bû.

(cx)