Qamişlo, Kobanê û Şedadê 3 şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên bajarên Qamişlo û Kobanê û navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyên 3 şehîdan li goristanên şehîdan veşartin.

Qamişlo, Kobanê û Şedadê 3 şehîdên xwe oxir kirin
19 nîsan, 2021   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîmên her sê şehîdan li gel girtina tedbîrên xweparastinê li gorî biryara qedexeya derketinê ya giştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lbpCBIpqoDE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) di sala 2014`an de tev li Hêzên Sotoro bûbû û di 18`ê Nîsanê de dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Cenazeyê şehîd Aşûr ji aliyê heval û malbata wî ve derbasî Dêra Mar Qirêqas a Suryanan bû, piştre sirûdên olî li ser cenazeya wî hatin xwendin.

Piştre endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro, Partiya Yekitiya Suryanan, malbat û hevalên şehîd Aşûr, cenazeyê wî bi karwanekî birin Goristana Şehîdan (El-Kildan) a li taxa Siyahî li Qamişloyê.

Li goristanê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Yeqûb Hena axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê da.

Her wiha berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Ekad Hena axivî  û got: "Em soz didin şehîdên xwe, em ê rêya wan bişopînin hetanî ku em mafên xwe yên rewa bi dest dixin.”

Piştî axaftina Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) hate kirin kir.

ŞEDADÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pzHwpeixqmA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Merasîm bi tevlêbûna malbata şehîd û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê dest pê kir.

Destpêkê cenazeyê şehîd Ehmed El-Dehmaş (Hemze) ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê hate wergirtin.

Li Goristana Şehîdan a Şedadê piştî torena leşkerî ya ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Nacî El-Nicûm axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayat El-Îbrahîm wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Beşdarên merasîmê cenazeyê şehîd, di nava tilîliyên dayikan de spart axê.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BSyr4Ys4tdk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Kobanê jî, cenazeyê şehîd Ferhan El-Elî (Ebû Besam) bi amadebûna malbata wî û bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, hate veşartin.

Endamê Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhan El-Elî di dema pêkanîna erka xwe de li Reqayê şehîd bûbû.

Cenazeyê şehîd Ferhan li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

ANHA