ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 04- 2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 04- 2021
18 nîsan, 2021   23:00

- Aram Hena got, armanca tevgerên dawî yên Rûsya, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker zextê li Rêveberiya Xweser bikin û şêniyan bitirsînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Saziya Olî ya Minbicê Elî El-Cemîlî got îslam ola aştî, hezkirin û biratiyê ye, lê dewleta Tirk îslamê wek alavekê bi kar tîne da ku herêmên dagirkirina xwe berfireh bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. Naîf Bezwan destnîşan kir ku armanca zindîhiştina kampa Holê wek sedemeke domdar a pirsgirêkan, ew e ku li dijî rêveberiya Rojava bê bikaranîn û diyar kir ku sedema bingehîn a rewşa li kampa Holê berjewendiyên teng ên li ser asta navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê diyar kir ku wan bi hevkariya Şaredariya Gel û Komîteya Tenduristiyê tevahî tedbîrên misogerkirina pêkanîna biryara qedexeya giştî girtine. Her wiha bang li şêniyan kir ku ji bo sînordarkirina belavbûna vîrusa koronayê bi wna hevkar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fewzî Şengalî got, desthilata Tirk di siyaseta xwe de rêbazê şerê hemû destkeftiyên ku rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekretera Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Navneteweyî û rêvebera hemleya ‘Ji Ocalan re azadî” Claire Baker got wan di warê danasîna fikirên rêber Abdullah Ocalan û doza wî de, encamên erênî bi dest xistine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi hatina meha Remezanê re bihaya madeyên xwarinê li herêmên hikumeta Şamê bilind bûn, di heman demê de aloziyên debarê zêde dibin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Damezirînerên însiyatîfa "Keziyên Kesk" da zanîn ku armanca insiyatîfê hêşînkirina herêmê ye, her wiha destnîşan kir ku ev projeya wan qêrîna ax û jîngehê ye û ji gel, partiyên siyasî û saziyan xwest ku piştgiriyê bidin vê xebatê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA