Aram Hena: Armanca Moskove, Enqera û Şamê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Aram Hena got, armanca tevgerên dawî yên Rûsya, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker zextê li Rêveberiya Xweser bikin û şêniyan bitirsînin.

Aram Hena: Armanca Moskove, Enqera û Şamê têkbirina Rêveberiya Xweser e
19 nîsan, 2021   00:37
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Sêşema borî, 14'ê Nîsanê, hêzên Rûsya bêyî ku tu sedeman diyar bikin, nuqteyên xwe yên li Şehbayê vala kirin, piştî rojekê careke din lê vegeriyan.

Hemwextî vekişîna hêzên Rûsya ji nuqteyên xwe, dewleta Tirk a dagirker belavok li şêniyên Til Rifetê û koçberên Efrînê yên li wir dimînin belav kirin, di van belavokan de gef li şêniyan dihat xwarin.

Girêdayî mijarê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku vekişandina dawî ya Rûsya ji herêmên Şehba û belavkirina belavokan, gefên li ser ewlehiya herêmê û gelên wê digire, nemza ku ev yek li gel berdewama girtina dergehên sînor ji aliyê hikumeta Şamê ve pêk hat.

Aram Hena destnîşan kir ku hemû dane didin nîşandan ku hêzên Rûsyayê siyaseta ferzkirina zextê li ser projeya Rêveberiya Xweser dimeşîne, da ku di dosyayan de tawizan werbigire û wiha pê de çû: "Di nava sal û nîvekê de ji hebûna Rûsya li herêmê me gelek tevgerên wê dîtin, di nav de vekişandina wê ji baregehên xwe yên li Til Temir û Eyn Îsayê, lê tavilê lê vegeriyan. Ev yek dide diyarkirin ku armanca Rûsya zextê li projeya me bike."

'ARMANCA VEKIŞANDINA RÛSYA Û BELAVKIRINA BELAVOKAN YEK E'

Têkildarî belavokên ku balafirên bêmirovî yên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê belav kirin, Hena got: "Têkiliyên Rûsya û Tirkiyê ne zelal in, ji ber ku bûyer li herêmên me qewimîn gelek nezelalbûn hilgirtin, dibe ku di navbera her du aliyan de koordîneyek hebe da ku herêmê ber bi rewşeke xirab ve bibe û zextê li rêveberiya herêmê û gelê wê bike."

'BERXWEDANA HÊZÊN ME TÊRÊ DIKE KU PLANÊN DAGIRKERIYÊ TÊK BIBE'

Hena bal kişand ser berxwedan û hevgirtina li hemberî planên dagirkeriyê û got: "Em dizanin ku dagirkeriya Tirk dixwaze herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, lê bi berxwedana hêzên me û hevgirtina pêkhateyan, me karîbû planên dagirkeriyê li Eyn Îsa û Til Temirê têk bibin. Ji bo misogerkirina ewlehiya niştecihên herêmê hêzên me li gorî berpirsyartiyê ne."

'GIRTINA DERGEHÊN SÎNOR BI SPONSERIYA RÛSYAYÊ PÊK TÊ DA KU ZEXTEKE ABORÎ ÇÊBIKE'

Têkildarî girtina dergehên sînor ên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Şamê de berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wiha axivî: "Bi biryara Rûsya dergehên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Şamê de hatin girtin, hemû zextên li ser herêmê bi sponseriya Rûsyayê pêk tên, armanc jê zexteke siyasî û aborî li ser herêmê bike. "

ANHA