Nakokiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de gur dibin

Rûsya dîplomatekî ukraynî bi hewldana wergirtina agahiyên nepenî tawanbar kir û jê xwest ku heta 22’yê Nîsanê ji Rûsya bi der keve. Ukrayna jî bi heman şêwazî bersiva Rûsyayê da.

Nakokiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de gur dibin
17 nîsan, 2021   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê 72 saetan muhlet da konsulusê Ukraynayê Alexander Susunyuk ku ji Rûsyay derkeve. Ukranya heman bersivek da û dîplomatekî rûsî yê li Kievê dersînor kir.

Girêdayî wê, îro dezgehên ewehiyê ya Rûsyayê ragihand ku wê dîplomatekî Ukraynayê bi tawana ku agahiyên hesas ji welatiyekî rûsî wergirtiye dersînor kir û piştî dersînorkirina konsulusê Ukraynayî yê li Petersburg gazî kargêrê Ukraynayê yê li Moskovê kir.

(fr)