'Dewleta Tirk welatparêzan dike armanc û sûcdaran diparêze'

Keça şehîd Emîne Weysî piştgiriya xwe bi malbata Şenyaşar re destnîşan kir û got: "Dewleta Tirk malbatên welatparêz dike hedef da ku dengê heqîqetê qut bike, her wiha sûcdaran diparêze."

'Dewleta Tirk welatparêzan dike armanc û sûcdaran diparêze'
18 nîsan, 2021   01:51
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Di Hezîrana 2018'an de alîgirên AKP‘ê li bajarê Pirsûsê yê girêdayî parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê êrişî malbata Kurd a welatparêz Şenyaşar kir û ji malbatê 4 kes qetil kirin.

Ji bo pêkanîna edaletê di doza wan de malbata Şenyaşar ji beriya 36 rojan ve li pêşiya avahiya edaletê ya li Rihayê çalakî li dar xitine.

'DEWLETA TIRK MALBATÊN WELATPARÊZ DIKE HEDEF'

Mizgîn Xelîl keça şehîd Emîne Weysî ku yek ji şehîdên komkujiya li gundê Helincê yê Kobanê wiha got, AKP'ê di her demekê de malbatên welatparêz ên ku banga mafên xwe yên rewa û nasnameya xwe dikin, dike hedef da ku wan bitirsîne.

Mizgîn Xelîl bal kişand li ser sûcên AKP'ê yên li dijî malbata Şenyaşar kir wiha domand: "Malbata Şenyaşar ji roja pêkanîna sûcê li djiî wê ve banga pêkanîna edaletê dike. Lê dewleta Tirk sûcdaran diparêze, nirxên gelan bin pê bike û edaletê pêk nayne."

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, lê li her deverê malbatên welatparêz dike hedef da ku dengê heqîqetê qut bike û got: "Mînaka vê yekê hedefkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef û Zehra, Hebûn û dayika min Emîne Weysî ye, ji ber ew dengê heqîqetê ne û banga demokrasiyê dikin."

Dewleta Tirk di 23`yê Hezîrana borî de bi balafireke bêmirov mala dayika Emîne Weysî ya gundê Helincê yê başûr rojhilatê bajarê Kobanê kir armanc, di encamê de du çalakvanên Kongreya Star û dayika Emîne Weysî şehîd bûn.

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku wan bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan kirine ku edaletê pêk bînin û hesab ji sûcdaran bixwazin, lê rêxistnên mirovî çavên xwe li sûcan girtine. Mizgîn careke din banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir.

Di dawiyê de Mizgîn Xelîl piştgiriya xwe bi doza malbata Şenyaşar re nîşan da û soza şopandina xeta şehîdan û domandina têkoşînê ta pêkanîna edaletê da.

Têkildarî mijarê dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed beriya niha di hevpeyvînekê bi ANHA'yê re piştgiriya xwe bi malbata Şenyaşar re diyar kir û kiryarên AKP'ê şeremzar kir. Her wiha got: "Tu ferq û cûdahî di navbera kujerê keça min Hevrîn û kesên ku sûc li dijî malbata Şenyaşar pêk anîne de tune ye."

Sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerjoê Hevrîn Xelef di 11'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê çeteyên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk ve hate şehîdxistin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef doz rakir dadgehên navneteweyî, da ku hesab ji kujerê keça wê bixwazin, tevî hebûna hemû belgeyên ku sûcdaran eşkere dike  lê heta niha tu bersiv jêre nehatiye.

)bx(

ANHA