Jinên efrînî: Berxwedana me heta vegera li Efrînê berdewam e

Jinên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, diyar kirin ku heta vegera li Efrînê dê li hemberî êrişên li dijî gundên kantona Şehbayê li ber xwe bidin.

Jinên efrînî: Berxwedana me heta vegera li Efrînê berdewam e
17 nîsan, 2021   23:41
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Zêdetirî 3 sal di ser dagirkirina kantona Efrînê re ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve derbas bûn.

Dewleta Tirk di wan êrişan de xwest şerê jinan bike û vîna wê bişikîne. Lê berxwedana domdar a jinan heta vê kêliyê tevahiya planên wê têk bibin.

Ruxmî ku şêniyên Efrînê ji warên xwe koçber bûn, lê dewleta Tirk a dagirker hîna wan dike hedef û êrişî herêmên ku lê dimînin dike. Gundên kantona Şehbayê rojane bi dehan topan topbaran dike.

Di 2 salan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 komkujî li navçeya Til Rifetê pêk anîn ku di encamê de 13 kes şehîd ketin ku piraniya wan zarok in.

/kr/uploads/files/2021/04/17/183611_-.webp

Jinên Efrînê yên li gund û navçeyên kanotna Şehbayê berxwedana xwe li hemberî wan êrişan didomînin. Jina ciwan bi navê Ferîda Mihemed got: "Em bi berxwedana jinan serbilind  in ku ev 3 sal in li hemberî êrişên hovane li ber xwe didin.

Ferîda wiha domand: “Heke em li hemberî hewldanên dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên li dijî jinan li ber xwe nedin, tu dewletek piştgiriya me nake û em dê li di bin dagirkeriyê de bimînin.”

Ferîda Mihemed teqez kir ku ruxmî sûcên dewleta Tirk a dagirker, lê vîna jinan zaîf nabe û got: “Berxwedana me ya ku rêber Abdullah Ocalan bi fikirê xwe yê azad û demokratîk nîşan daye, berdewam e.”

Ferîda bal kişand ser vekişîna beşî ya hêzên Rûsyayê ji nuqteyên xwe yên li Til Rifet û Keştarê û got: “Ev yek tiştekî naguhere. Em ê jiyana xwe berdewam bikin. Em bi tu kesayetekî ve ne girêdayî ne ji ber xwe vîna me xurt e."

`DAXWAZA ME YA YEKEMÎN Û DAWÎN VEGERA LI EFRÎNÊ YE`

/kr/uploads/files/2021/04/17/183627_-.webp

Şêniya bi navê Zeyneb Silêman got: “Hemû dizanin ku herî zêde navçeya Til Rifetê tê topbarankirin û komkujî tê de pêk hatin ku di encamê de bi dehan kes şehîd ketin ku piraniya wan zarok bûn. Armanca wan planan têkbirina berxwedana jinên Efrînê ye.” 

Zeyneb Silêman wiha domand: “Jinên Efrînê berxwedana 58 rojan a ku li Efrîna dagirkerî hatiye nîşandan ji bîr nakin. Ji lew ra tu tişt li pêşiya berxwedana me nabe asteng, ji ber ku çavên me timî li rêya vegera li Efrînê ye.”

/kr/uploads/files/2021/04/17/183645_-.webp

Şêniya bi navê Ferîda Hemo diyar kir ku ew bi zorê ji warên xwe koçber bûne û li kantona Şehbayê bicih bûne, ruxmî wê û şert û mercên dijwar ên koçberiyê lê dîsa hebûna xwe isbat kirin û li ser bingeha komînan xwe ji nû ve birêxistin kirin.

Ferîda Hemo di dawiyê de got: “Heta dawiyê em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Daxwaza me ya yekemîn û dawîn vegera li EFrînê ye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ulgjcFiD42c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>