Ji dema vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ve 27 jin hatine kuştin

Çapemeniya muxalif a Tirkiyê ragihand ku ji dema ku dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê vekişiyaye, 27 jin hatine kuştin û bi sedan jî rastî tundiyê hatine.

Ji dema vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ve 27 jin hatine kuştin
18 nîsan, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk di 20`ê Adara borî de bi awayekî fermî û bi biryara ji serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji Peymana Stenbolê vekişiya.

Ji ber vê yekê jî rêxistinên parastina mafên jinan bi hêrs in û Yekitiya Ewropayê (YE) DYA û Komseriya Mafên Mirovan a NY`yê ev biryar rexne kir.

Li Tirkiyê jî xwepêşandanên jinan ên li dijî vekişîna Erdogan ji Peymana Stenbolê didomin.

(bx)