'Dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de êrişî nirxên gelan dike'

Nivîsgeha PYD'ê ya herêma Firatê êrişa li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima şermezar kir û got, dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de êrişî nirxên gel û civakên li herêmê dike.

'Dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de êrişî nirxên gelan dike'
17 nîsan, 2021   14:58
KOBANÊ

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker duh di saetên berbanga sibehê de mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê bomebebaran kir.

Bi dehan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û meclisên herêmî yên herêma Firatê li pêşiya "Mala Rêbertî" kom bûn û daxuyanî dan.

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Ehmed Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên domdar ên dewleta Tirk û wiha hate gotin: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî agirbestê bin pê dike, bi taybet lihevkirina bi Rûsya û Amerîkayê ya têkildarî agirbesta li herêmê. Dewleta Tirk li Minbic, Şehba, gundê Helincê, Eyn Îsa, Til Temir û tevahî herêmên bakurê Sûriyê komkujî pêk anîn û sûc û komkujiyên xwe yên li dijî gelê herêmê didomîne."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van êrişan îsbat dike ku li dijî çareserkirina pirsgirêka kurdî û tevahî pirsgirêkên herêmî bi awayekî aştiyane ye û got, ev êrişê ji zihniyeta wê ya faşîzm a ku xwe dispêre yek al, yek ziman û yek fikir tê.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Dewleta Tirk êrişê goristanên şehîdan, cihên dîrokî, nirxên gel û civakên li herêmê kir, niha jî êrişî mala ku birêz Ocalan lê dima dike. Dewleta Tirk piştî 22 salan ji girtin, tecrîd û îşkenceya li birêz Abdullah Ocalan ê ku ji gelên bindest re hêviya azadiyê ye, sînaroyaya komploya navneteweyî dûbare dike, bi vê yekê îsbat dike ku ew heta bîranînên birêz Abdullah Ocalan, fikir û felsefeya wî û her tiştên ku wî eleqedar dike tehemûl nake û wekî xeteriyekê li ser desthilata xwe dibîne."

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û wiha hate domandin: "Em di Partiya Yekitiya Demokratîk de vê êrişê şermezar dikin, her wiha bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên ku bi dewleta Tirk re peymana agirbestê îmze kirine, şermezar dikin, li şûna ku li hemberî êrişan bisekinin û rola xwe wekî garantorên agirbestê li herêmê pêk bînin bi bêdengiya xwe dibin şirîkên sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê."

PYD'ê di dawiya daxuyaniyê de got: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin; piştî 22 salan ji girtin, ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan hûn nikarin fikirê wî ji cîhanê qut bikin, bi êrişên bi vî rengî girêdana me ya bi fikirê birêz Abdullah Ocalan ve xurttir dibe, binkeftina we wê bi saya fikirê birêz Abdullah Ocalan be û serkeftin dê teqez para gelê Kurd be."

ANHA

/ar/uploads/files/2021/04/17/141949_alathad-aldymqraty-trkya-thajm-qym-alshawb-walmjtmaat-wst-smt-dwly-e280ab28129e280ac.webp

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bgrv9Rl3WmM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>