QSD: Li herêma Şihêl çeteyek hate girtin

QSD'ê ragihand ku di operasyonekê de ku duh li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê pêk anîbûn de, çeteyek hate girtin û belge û alavên pê re hate desteserkirin.

QSD: Li herêma Şihêl çeteyek hate girtin
17 nîsan, 2021   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"16'ê Nîsanê, li herêma Şihêl a girêdayî Dêrazorê, hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li hember şaneyek sabotajê ya DAIŞ'ê operasyonek hevpar lidar xist. Di encama vê operasyonê de çeteyek hat girtin û belge û alavên pê re hatin desteserkirin."

ANHA