Bi wêne… encamên êrişa dewleta Tirk a li gundekî Eyn Îsayê

Duh bi şevê dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li derdora rêya M4 bi tankan êrişî gundewarê rojavayê Eyn Îsayê kir,di encamê de gelek mal hatin wêrankirin.

Bi wêne… encamên êrişa dewleta Tirk a li gundekî Eyn Îsayê
Bi wêne… encamên êrişa dewleta Tirk a li gundekî Eyn Îsayê
Bi wêne… encamên êrişa dewleta Tirk a li gundekî Eyn Îsayê
Bi wêne… encamên êrişa dewleta Tirk a li gundekî Eyn Îsayê
Bi wêne… encamên êrişa dewleta Tirk a li gundekî Eyn Îsayê
17 nîsan, 2021   14:04
EYN ÎSA

Piştî hefteyeke ji aramiya li eniyên şer ên navçeya Eyn Îsayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev bi tankan gundên Dibis û Hoşan ên 12 km li rojavayê Eyn Îsayê ne topbaran kirin.

Di wêneyên ku li gundê Dibis hatine kişandin de, topên tankan ên 120 li derdora rêya M4 tên dîtin.

Li gel wê jî, du mal hatin wêrankirin û gelek top li nava malên sivîlên li gundên Dibis û Hoşan ketin.

Di encama êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê de, şêniyên 6 gundên li ser rêya M4 a li Eyn Îsayê koçber bûn, 6 gund hatin wêrankirin û 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Ji 5 mehan ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin, da ku gundên li bakurê rêya M4 dagir bikin, lê li hember van êrişan jî bersiv û berxwedana gel û QSD’ê hene.

(fr)

ANHA