Cotkar û şêniyên herêma Cizîrê ji ber mewsima îsal bi fikar in

Ji ber kêmbarîna baranê û bandora wê li ser mewsima îsal, li herêma Cizîrê cotkar û şênî bi fikar in.

Cotkar û şêniyên herêma Cizîrê ji ber mewsima îsal bi fikar in
17 nîsan, 2021   06:45
QAMIŞLO

Cotkarên herêma Cizîrê her sal di van deman de amadekariya xwe ji bo çinîna berhemên çandiniyê dikin. Lê ji ber kêmbarîna baranê cotkar hêviya berhemdayînê ji erdên xwe nakin.

Têkildarî vê mijarê cotkarê bi navê Fîras Ehmed yê ji gundê Elî Fero yê girêdayî bajarê Qamişlo ji ANHA’yê re axivî. Ehmed diyar kir ku di sala 2020’an de ruxmî bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyê erdên çandiniyê bi berhem bûn û vê yekê hişt ku cotkarên herêmê bê kar nemînin.

Ehmed diyar kir ku di vê salê de ji ber kêmbûna baranê û tunebûna berheman, şêniyên herêmê erdê xwe diqulêpin û wiha got: "Hêviya me ya çinîna berheman pir kêm e." 

Ehmed da xuyakirin ku bandora nederketina berheman ji erdên me dighêje lawiran jî û wiha got: "Heke Ka û zad tune be, em ê çawa lawirên xwe xwedî bikin."

Ehmed da zanîn ku cotkarên herêma Cizîrê ji ber neberhemdayîna mewsimê îsal, dê nikaribin di sala bê de jî erdên xwe biçînin.

Îbrahîm Berî jî ji şêniyê gundê Elî Fero ye û diyar kir ku 100 pezê wî heye lê ji niha ve xema êmê wan xwariye, ji ber ku kêmbarîna baranê bandora xwe li ser vê yekê jî kiriye û wiha got: “Herêma me debara xwe ji çandinê digire. Em nema dizanin çi bikin, dê ji ber vê yekê pez jî erzan bibe.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LtHCXR2yqsg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>