Welatiyeke efrînî qala hevdîtina xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re kir

Welatiya efrînî Zeyneb Omer ku di salên 90`î de rêber Abdullah Ocalan dîtiye, gotina rêber Ocalan a wê demê ku gotibû "Ez di wê baweriyê de me ku ciwanên Efrînê dê mohra xwe li şoreşa me bidin û bi ser bikevin" bala wê kişandiye û soza xebata ji bo şoreşê daye.

Welatiyeke efrînî qala hevdîtina xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re kir
17 nîsan, 2021   09:27
HELEB-HENAN MIHEMED

Di salên 90`î de bi hezaran pêkhateyên Rojava ji fikirên rêber Abdullah Ocalan sûdewar bûn ku banga azadiya civakê û vîna jinan dikir.

Ji kesên ku di wê demê de bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, dayika Zeyneb Omwe (60) a ji gundê Rehmaniya ya navçeya Mabatayê ya kantona Efrînê ye.

DAYÎKA ÛWEYŞ DIBISTANA CESARET Û ÎRADEYÊ YE’

Zeyneb Omwe cara yekemîn di sala 1991`an de bi rêber Abdullah Ocalan re dema diçû Lubnanê, hevdîtin pêk aniye. Têkildarî hevdîtinê Zeyneb got: "Li Akademiya Mahsûm Korkmaz  hevdîtina min bi Rêber re çêbû. Di wê demê de Rêber behsa dayika xwe Ûweyş û wesiyeta wê dikir ku ruhê welatparêzî û wêrekiyê jê girtiye, heta gihaşt asta Rêbertiyê. "

Dayika Zeyneb wiha domand: “Rêber kûrahiya fikirên rizgariya Kurdistanê destnîşan kirin ku banga mafê gelan û fikirekî azad dûrî pergalên desthilatdar dike. Her wiha diyar kir ku dê dewlet dijminhatiya me bikin û êrişî me bikin û li dijî me komployan li dar bixin. Ev yek îro ji êrişên li dijî herêmê û hedefgirtina rêber Abdullah Ocalan diyar dibe.”

Zeyneb gotinên rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistin û got: “Rêber di axaftina xwe de, destnîşan kir ku şerê mezin dê li hemberî dewleta Tirk be. Ji ber ku astengiyên çareserkirina dozên me li Tirkiyê ne.”

BAWERIYA MIN BI GELÊ EFRÎNÊ MEZIN E’

Piştî ku dayika Zeyneb sala 1992`yan de vegerî Helebê, tevî xebatan dibe. Di salên 1993 û 1994`an de dema rêber Abdullah Ocalan civînekê li Helebê çêdike, dîsa pê re rûdine.

Zeyneb wiha behsa wan kêliyan kir: “Rêber Abdullah Ocalan di civîna duyemîn de têkildarî serdana wî ji bajarê Efrînê axivî û destnîşan kir ku şêniyên Efrînê berxwedêr in û xwedî giyanê têkoşînê û welatparêziyê ne. Wê demê ji me re teqez kir ku baweriya wî bi efrîniyan heye ku dê tev li şoreşa rizgarkirina Kurdistanê bibin.”

Zeyneb wiha domand: “Ji me re got `Baweriya min bi şêniyên Efrînê mezin e, dê mohra xwe deynin ser şoreşê lê dibe ku dem hinek dereng be, lê dîsa helbet dê bi ser bikevin`. Me destanên lehengiyê yên ciwanên Efrînê di Berxwedana Serdemê de dîtin. Bi hezaran tev li YPG û YPJ`ê bûn da ku axa xwe biparêzin.”

Her wiha dayika Zeyneb da xuyakirin ku rêber Abdullah Ocalan ji wan xwestiye ku parastina doza xwe bikin û xiyanetê red bikin û wiha domand: “Em li gorî fikir û felsefeya wî meşiyan, me cîgera xwe ji bo parastina welêt kir feda.”

Dayika Zeyneb Omer ku niha di komîneke taxa Şêxmeqsûd a li Helebê de cih digire, got: “Têkoşîn ne tenê ya çînekê ye, lê belê hewldana gelê azadîxwaz e ku jê bê par maye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PiEIbxMNFZ0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>