Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat, wasî û parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16 nîsan, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F dimîne, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo ku bi muwekîlên xwe re roja Duşemê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê rêber Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mezlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîha Çetîn bi riya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.