Komîteya Azadiya Rêbertî: Hedefkirina Mala Rêbertî zîhniyeta faşîst nîşan dide

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku hedefkirina ‘Mala Rêbertî’ ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê, destdirêjiya li nirx û qanûnên navneteweyî ye û ji zîhniyeteke faşîst tê.

Komîteya Azadiya Rêbertî: Hedefkirina Mala Rêbertî zîhniyeta faşîst nîşan dide
16 nîsan, 2021   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet derdorê 03:00`yan, balafireke keşfê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker mala ku rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê (5 km li rojavayê bajarê Kobanê) çend rojan lê maye, kir hedef û zirarên madî di malê de çêbûn.

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş wek destdirêjiya li nirx û qanûnên navneteweyî bi nav kir û teqez kir ku ew encama zîhniyeteke faşîst e.

Komîteyê ji ANHA`yê re wiha got: "Em vê kiryara hovane û dermirovî şermezar dikin. Kiryarên wan nîşan didin ku ew ji fikrên azad ditirsin. Gelê me û dostên me dê di vê demê de xwedî li rêber û nirxên xwe derkevin."

Mala ku hatiye hedefkirin, sala 1979`an dema ku rêber Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, lê dima. Mala li Elpelûrê wek ‘Mala Rêbertî’ tê nasîn.

(cx)

ANHA