Jinên êzidî: Divê em li hemberî siyasetên qirkirinê hevgirtî bin

Jinên êzidî yên li bajarê Helebê li hemberî siyasetên li dijî Şengalê tên sazkirin, teqezî bi hevgirtinê kir û diyar kir ku ew siyaset dê nekarin wan dûrî nasnameya wan bixin.

Jinên êzidî: Divê em li hemberî siyasetên qirkirinê hevgirtî bin
16 nîsan, 2021   08:50
HELEB- HENAN MIHEMED

Tevî ku di ser komkujiya Şengalê reb 6 sal derbas bûn jî, lê belê gef û lihevkirinên li dijî xaka êzidiyan dewam dikin. Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumetên Bexda û Hewlêrê li ser birêvebirina Şengalê bêyî ku îradeya gelê êzidî li ber çavan bigirin, peymanek pêk anî. Gelê êzidî wê peymanê wek berdewamkirina hemleya qirkirinê ya li dijî xwe dibîne.

Gelê Şengalê ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzîdxanê û şermezarkirina wê peymanê çalakiyên xwe didomîne.

Endama Koordînasyona Mala Êzidiyan a bajarê Helebê Ranya Cefer têkildarî mijarê axivî. Ranya di destpêka axaftina xwe de cejna Çarşema Sor li tevahî gelê Kurd û li êzidiyan pîroz kir û wiha got: “Li dijî gelê êzidî yê Şengalê siyaset tên meşandin. Bi wan siyasetan dixwazin bûyerên sala 2014’an dubare bikin.”

Ranya teqezî bi sekinandina li hemberî van êrişan kir û bang li êzidiyên li seranserê cîhanê kir ku piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê û xelkê Şengalê bikin ku bi dirûşmeya  “Em hemû Asayîş in” çalakiyên xwe dewam dikin. Her wiha banga sekinandina li kêleka gelê Şengalê li hemberî hemleyên qirkirinê yên li diî wan, kir.

‘SIYASETA QIRKIRINÊ YA LI DIJÎ ME DEWAM DIKE’

Ciwana êzidî ya bi navê Rocîn Qelender jî wiha axivî: “Dewleta Tirk a li dijî mirovahiyê hewl dide nasnameya me tune bike û me qir bike. Siyasetên qirkirinê li Efrînê û Şengalê bi rêya binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê, dewam dikin. Ji lew re, tiştê ji me tê xwestin divê em di hebûn û girêdana bi baweriyên xwe û pêkanîna rê û resmên xwe de, israr bikin.”

Rocîn hêvî kir ku aştî ji bo hemû gelên herêmê pêk bê, rêber Abdullah Ocalan azad bibe û hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, rizgar bibin.

Yara Hisko ya ji Efrînê jî diyar kir ku ev sala 3`yemîn e ku ew cejna Çarşema Sor dûrî xaka xwe û cihên xwe yên dîrokî li Efrînê pîroz dikin û wiha domand: “Lê belê bila bizanin ku çi qasî dijminên mirovahiyê siyasetên qirkirinê li dijî êzidiyan dewam bikin jî, nikarin rê û resmên ola êzdayetiyê ji holê rakin."       

                             

Yara piştgiriya xwe ji bo gelê Şengalê nîşan da û peymanên li dijî Şengalê şermezar kirin û got: “Kombûna me ji bo vejandina çanda me, nîşan dide ku ew siyaset bi bin ketine û hîmên demokrasiyê ya ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike, hatine mayîndekirin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0MQyml60dwA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>