Koçberên Efrînê: Dewleta Tirk bi avêtina belavokan nikare îradeya me têk bibe

Koçberên Efrînê yên li Til Rifetê dimînin gotin dewleta Tirk a dagirker bi avêtina belavokan bi rêya balafirên bêpîlot, hewl dide tirs û xofê bixe dilê şêniyan. Her wiha destnîşan kir ku bi vê yekê ew ê nikarbe îradeya gel bişikîne û wan careke din bide koçberkirin.

Koçberên Efrînê: Dewleta Tirk bi avêtina belavokan nikare îradeya me têk bibe
16 nîsan, 2021   07:05
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Balafirên bêpîlot ên artêşa Tirk a dagirker roja çarşemê ji asîmanê herêma Şehbayê belavbok avêtin û tê de gef li şêniyên Efrînê xwaribûn ku ji Şehbayê derkevin.

Ew yek hemwextî vegera hêzên Rûsyayê li nuqteyên xwe yên li Til Rifet, Keştear û navçeya Şêrawa ku beriya rojekê jê vekişiyabûn, pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya wan belavokan şerê taybet li dijî şêniyan dimeşîne da ku wan bitirsîne û bide koçberkirin.

Li navçeya Til Rifetê zêdetirî 22 hezar koçber û şêniyên resen dimînin. Hema bêje navçeya Til Rifetê û gundên navçeya Şêrawayê rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastê topbarana tên. Di encama wan êrişan de bi dehan sivîl û di nav de zarok bûne qurbanî.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînê teqez kirin ku rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî wan dimeşîne, vîna wan naşikîne û gotin ew ê berxwedanê dewam bikin.

Şêniyê bi navê Ebdulkerîm Bîro yê ji Efrînê dibêje: “Piştî berxwedana 2 mehan a li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku wan hemû cureyên çekên pêşketî û qedexekirî bi kar anîn, em ji warê xwe bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûn.”

Bîro destnîşan kir ku mayîna wan li kantona Şehbayê bi taybet li navçeya Til Rifetê kilîta vegera li Efrînê ye û diyar kir ku dagirkera Tirk bi hedefgirtina herêmê bi awayekî domdar armanc dike ku şêniyan careke din bide koçberkirin da ku venegerin Efrînê.

Bîro îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêpîlot belavok bi ser şêniyan de avêtin û tê de gef li şêniyan xwar ku ji herêmê derkevin.

Bîro ev yek bi şerê taybet bi nav kir û got armanca wan xirabkirina morale şêniyan e û wiha dewma kir: “Lê belê ew nikaribin bandorê li me bikin. Êdî haya me ji lîstokên wan heye.”

Bîro wiha lê zêde kir: “Hêzên Rûsyayê yên li herêmê îdia dike ku hêzek garantor e, şêniyan diparêze û rê nade parçekirina Sûriyê. Lê tişta ku em dibînin berovajî wan îdiayan e. Rûsya hewl dide Sûriyê parçe bike. Li ser hesabê gelê Sûriyê bi taybet gelê Kurd, dan û standinan dike. Helwestên Rûsya li herêmê ne diyar in, carekê ew baregehên xwe vala dike û carekê vedigere.” 

Jina temenmezin a bi navê Sedîqe Sîdo jî got topên dagirkeriya Tirk ji beriya 3 salan ve li ser malên sivîlên li navçeya Til Rifetê dibarin û di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî û zirarên mezin gihaştin milkên wan.

Sedîqe diyar kir ku êdî gel ji topên dagirkera Tirk û sûcên ku li dijî gel pêk tîne natirse, berovajî wê hêrsa gel û îsrara wan a berxwedanê zêde dike.

Sedîqe destnîşan kir ku herî dawî dewleta Tirk bi rêya avêtina belavokan li navçeya Til Rifetê û topbarana bê ser û ber, dixwaze şêniyan bitirsîne.

Sedîqe wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dagirkeriya Tirk çi dike bila bike, lê em dev ji berxwedanê bernadin. Heta em Efrînê rizgar dikin û li warê xwe vedigerin, em ê li ber xwe bidin.”

Şêniya bi navê Sûzan Mihemed jî daxuyand ku di belavokên ku hatine avêtin de, şênî bi dan û standina bi xayînan re tên tawanbarkirin û wiha got: “Şêniyên Til Rifetê, şêniyên resen ên Efrînê ne. Yên xayîn jî çeteyên ku ji bo xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk kar dikin in.”

Sûzan got hêzên Rûsyayê yên li herêmê sedemên derketina xwe ji herêmê û vegera xwe careke din, şîrove nekirin. Sûzan destnîşan kir ku “hebûn û tunebûna hêzên Rûsya yek e. Ew tiştekî li herêmê naguherînin û tu bandore nakin. Berovajî wê, ruxmî hebûna wan jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê herêmê bi awayekî domdar topbaran dikin. Hêzên Rûsya tevlîheviyê li herêmê derdixin.”

Endamê Meclisa Navçeya Til Rifetê Îbrahîm Rîhanî jî got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide senaryoya Efrînê dubare bike. Çawa em berê dan koçberkirin, niha jî dixwazin carek din me bidin koçberkirin.”

Rîhanî destnîşan kir ku şerê taybet ku dagirkera Tirk li ser şêniyan dide meşandin, bandorê li moral û berxwedana wan a li hemberî dagirkeriyê nake.

Rîhanî bang li şêniyên Til Rifetê kir ku asta berxwedana li hemberî dagirkeriyê bilind bikin û bi lîstokên wê neyên xapandin ku tenê şikandina vîna gel armanc dikin.

(şx)

ANHA