Îsraîlê nuqteyên Hemasê yên li Xezayê bombebaran kirin

Piştî çend saetan ji êrişa Hemasê ya li dijî erdên Îsraîlê, balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên Hemasê yên li Xezayî bombebaran kirin.

Îsraîlê nuqteyên Hemasê yên li Xezayê bombebaran kirin
16 nîsan, 2021   07:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku vê sibehê wekî bersivdayîna avêtina moşekekê ji Xezayê ber bi başûrê Îsraîlê ve, wan êrişên hewayî li dijî Xezayê pêk anîne.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê got: “Wek bersivdayîna avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve, balafirên şer li dijî nuqteyên çêkirina amûrên şer, tuneleke ji bo qaçaxkirina çekan û nuqteyeke leşkerî ya Hemasê li Xezayê, êrişên hewayî pêk anîn.”

Demekê berê berdevkê Meclisa Herêmî ya Herêma Şair Hanegev gotibû moşek li deverekê ku kesek lê tune ye ketiye û tu zirar an jî windahî çênebûne.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku hejmareke şêniyên bajarê Sderot ê bakurê Xezayê xwe li jêrzemînan parastiye.

(şx)