​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kongre banga bi awayekî hişktir pêkanîna Qanûna Qeyser dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bangewaziyên Amerîkayê ji bo zexta li ser hikumeta Şamê û aloziya avakirina hikumeta Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Kongre banga bi awayekî hişktir pêkanîna Qanûna Qeyser dike
16 nîsan, 2021   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KONBGRES DIXWAZE QANÛNA QEYSER BI AWAYEKÎ HIŞKTIR WERE PÊKANÎN’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa bangewaziyên Amerîkayê ji bo zexta li ser hikumeta Şamê kir û wiha nivîsî: “Endamên Kongreya Amerîkayê bang li rêveberiya serok Jeo Biden kir ku  di zûtirîn demê de stratejiyeke zelal li Sûriyê deyne û bendên Qanûna Qeyser bi awayekî hişktir pêk bîne, da ku zexta li ser rejîma Sûriyê û hevalbendên wê zêdetir bibe.

Di civîneke Komîteya Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê de, serokê komîteyê parlamanterê demokratparêz Ted Deutch got Kongre dê hewl bide hemû bendên Qanûna Qeyser pêk bîne û wiha domand: “Em ê zextê li rejma Sûriyê bikin û bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo aloziyê.”

Parlamanterê komarparêz ê bi navê Joe Wilson jî got rejîma El-Esed ne rewa ye û heta ku ew li ser peywira xwe be, alozî çareser nabe.

Wilson bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku nêzîkatiyeke cuda nîşan bide ji ber ku hemû hewldanên gihaştina çareseriyê bi hevkariya Rûsya û Îranê, bi bin ketin.”

‘SEROKKOMARÊ LUBNANÊ DI ROJEKÊ DE DU DERBE XWARIN’

Têkildarî aloziya avakirina hikumeta Lubnanê jî, rojnameya El-Ereb wiha got: “Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê kar û barên siyasî David Hale li koşka serokatiyê ya li Beibde êrişî rola Hizbullaha Lubnanê û Îranê kir. Piştî hevdîtina wî bi serokkomar Mîşel Ewn re, Hale bi daxuyaniyeke nivîskî teqez kir ku Îran piştgiriya Hizbullahê dike û wê fînanse dike.

Hale diyar kir ku Hizbullah li hemberî dewletê disekine û jiyana siyasî tevlihev dike.

Hale her wiha ji ber derengxistina avakirina hikumetê rexneyên tund li siyasetmedarên Lubnanê kir û hişyarî ji ferzkirina cezayan ji aliyê Amerîkayê ve da.

Çavkaniyên siyasî dibînin ku serokkomar Mîşel Ewn di rojekê de du derbe xwarin. Ya yekmîn hişyariyên rayedarên Amerîkayê yên yekser ji ber astengkirina avakirina hikumetê ya bi serokatiya Seed El-Herîrî û ya din serdana serokwezîrê Lubnanê yê erkdarkirî ji bo Moskovê û şêwazê pêşwazîkirina wî li Moskovê, her wiha peywendiya di navbera wî û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de.”

(cx)