`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn û endamê Şaneya Aloziyê ya navçeya Til Temirê bang li şêniyan kir ku cidî nêzî rewşê bibin û biryaran pêk bînin da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) bê girtin.

`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
`Divê şênî cidî nêzî rewşa koronayê bibin û biryaran pêk bînin`
16 nîsan, 2021   01:49
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Bi zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê û hişyariyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji karesateke mirovî ya muhtemel re, şênî ditirsin ku rewş ji kontrolê derkeve.

Li gel derketina pêla nû ya koronayê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji erka pêşkêşkirina dermanê koronayê ji bo herêmê direve.

/kr/uploads/files/2021/04/15/192550_-.webp

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn û endamê Şaneya Aloziyê ya navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê Dr. Hesen Emîn ji ANHA`yê re wiha got: “Em rewşa herêmê dişopînin, hejmara kesên ku bi pêla sêyemîn a koronayê dikevin, zêde dibe, ji ber ku pêla nû zûtir belav dibe û bêyî cudahiya temenê xwe, her kes pê dikeve. Her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe.”

'DIVÊ ŞÊNÎ CIDÎ NÊZÎ REWŞÊ BIBIN'

Dr. Hesen Emîn wiha axaftina xwe dewam kir: “Beriya çend rojan hevserokê Desteya Tenduristiyê ragihand ku hejmareke mezin ji pêketiyan li herêmê heye û rewş ber bi derketina ji bin kontrolê ve diçe. Til Temir ku navçeyek biçûk e, Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn rojane nêzî 15 rewşan pêşwazî dike ji bo ku testên koronayê ji wan re çêke. Her wiha gelek kesên nexweş hene ku berê xwe nadin navendên tenduristiyê.”

Emîn bang li şêniyan kir ku cidî nêzî rewşê bibin, li malên xwe bimînin û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigirin û xwe û malbatên xwe biparêzin.

DORPÊÇ Û KÊMBÛNA DERMANAN

Hesen Emîn diyar kir ku pirsgirêka mezin a li herêmê kêmbûna derfetan û nehevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi Rêveberiya Xweser re, li gel dorpêça ji ber girtina dergehan li ser herêmê hatiye ferzkirin û got: “Ev yek dihêle ku derman û pêwîsityên tenduristiyê neyên peydakirin.”

Emîn wiha axaftina xwe domand: “Di demên dawîn de madeya oksîjênê ku faktora sereke yê têkoşîna li hemberî vîrusê ye, kêm bû. Ji lew re, em bang li şêniyan dikin ku alîkariya me bikin û biryaran pêk bînin.”

Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên têkildar kir ku dergehan vekin û alîkariyê bidin herêmê da ku bikarin li pêşiya pandemiyê bisekinin.

(cx)

ANHA