Koyluoglu: Li dijî DAIŞ'ê têkoşîna siyasî û îdeolojîk pêwîst e

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu bal kişand ser girîngiya operasyona li kampa Holê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û destnîşan kir ku operasyonên ewlekariyê bi tena serê xwe têrê nakin û got divê welatên têkildarî pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe ya siyasî rabin.

Koyluoglu: Li dijî DAIŞ'ê têkoşîna siyasî û îdeolojîk pêwîst e
16 nîsan, 2021   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Li kampa Holê ku yek ji kampên herî xeternak ên cîhanê ye, Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi beşdariya 5 hezar hêzên QSD û YPG-YPJ'ê û Hêzên Antî Terorê bi serkêşiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê pêk hat.

Li gorî daneyên fermî zêdetirî 60 hezar koçber û malbatên çeteyên DAIŞ'ê li kampa Holê dimînin.

Tevî ku kamp bi awayekî fermî wargeha koçber û malbatên çeteyên DAIŞ'ê ye, lê bi dehan çete bi awayekî berê xwe da kampê û “dadgehên şer” ava kirin û gelek kes darizandin û îdam kirin. Heta niha bêtirî 100 kes li vê kampê hatine kuştin, tenê ji ber ku bîrdozîya DAIŞ’ê qebûl nakin û zarok jî wek endamên vê bîrdozîya xwînxwar tên mezinkirin. Jinan jî “El-Hisbe” ava kiriye û kesên ku pabendiyê bi xwestekên wan nakin, ceza dikin.

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu bal kişand ser metirsiya ku DAIŞ li ser herêmê û cîhanê çêdike û têkildarî têkoşîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî DAIŞ'ê ji ANHA'yê re nirxand.

Ezîz Koyluoglu got:  “Operasyona li kampa Holê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di rastiyê de operasyoneke demdirêj e. Yên ku ji fikra DAIŞ'ê dûr dibin, yên ku naxwazin van fikran qebûl bikin, li vê kampê tên darvekirin. Li kampa Holê çeteyên DAIŞ'ê di demên dawîn de gelek înfaz pêk anîn. Kampa Holê ne tenê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Li vir hêzên navneteweyî jî hene. Bi taybetî Koalîsyona Navneteweyî jî hîna li kampa Holê hebûna xwe dewam dike.”

 ‘DAIŞ NE TENÊ PIRSGIRÊKA RÊVEBERIYA XWESER E’

Koyluoglu got operasyona ku li kampa Holê li dijî DAIŞ'ê hate kirin,  çeteyên DAIŞ'ê li kampê dadgehên xwe ava kiribûn û ceza li mirovan dibirîn û wiha dewam kir: “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê  ya herî rast bû. Ji ber ku hêzên navneteweyî berpirsyariya DAIŞ'ê danî ser milê Rêveberiya Xweser. DAIŞ ne tenê pirsgirêka Rêveberiya Xweser an jî tenê ya vê herêmê ye. Pêwîst e tevahiya cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li herêmê bêhtir dînamîk bibe.”

Koyluoglu diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê di operasyona li dijî kampa Holê de roleke girîng nelîstiye û got: “Diviyabû Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi qasî hêzên HAT û QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn rola xwe bilîsta. Ev operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê diviyabû wek operasyoneke hevpar pêk bihata.”

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu hişyarî da ku her kes pirsgirêka DAIŞ'ê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dihêle ku ev yek gelekî şaş û xeternak e û got: “Ev formula siyasî ya tirsnak û xedar e. Bi vê polîtîkayê dixwazin hebûna çeteyên DAIŞ'ê zêde bikin û bi xurtkirina DAIŞ'ê re emrê xwe yê kurt dirêj bikin. Qet nebe dê ev yek jê derkeve. Welatên cîhanê ku qaşo li dijî DAIŞ'ê şer dikin, divê di vê mijarê de helwesteke cidî û şênber nîşan bidin. Di vê mijarê de helwesta wan heta niha pir qels e.”

‘DIXWAZIN EMRÊ DAIŞ’Ê DIRÊJ BIKIN’

Koyluoglu bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û destnîşan kir ku yên dixwazin krîza li Rojhilata Navîn kûrtir bikin jî, dixwazin emrê DAIŞ'ê dirêj bikin û wiha pê de çû: “Her çi qas dewleta Tirk dibêje ew li dijî DAIŞ'ê ye jî, a rast şirîkê vê ye. Nîşan daye ku bi siyaseta xwe ya li Efrîn, Girê Spî, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Ezazê bi çeteyên DAIŞ'ê re hevkar e. DAIŞ li van deran tê xurtkirin. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de dixwaze emrê DAIŞ'ê dirêj bike. Dîsa di vê rewşê de rola Qeterê pir zêde ye. Tevî ku Qeter hewl dide nîşan bide ku bi hevkariyeke bi Erebistana Siûdî, Misir û welatên din re xwe ji çeteyên îslamî yên radîkal ên mîna DAIŞ'ê dûr dixe jî, rewş ne bi vî rengî ye. Qeter hîna jî fînansorê aborî yê DAIŞ'ê û hêzên îslamîst ên radîkal e.”

Ezîz Koyluoglu diyar kir ku di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hene û destnîşan kir ku ev xetereyeke mezin e û got:  “Niha pirs ew e; yên ku dixwazin çeteyên DAIŞ'ê tune bikin, divê çi bikin? Di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hene. Bi qasî ku ez dizanim li kampa Holê ji 57 welatan kes hene û bi hezaran endamên çeteyên DAIŞ'ê di girtîgehan de tên ragirtin. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin li van 57 welatan çalakî û komkujiyên xwe yên radîkal bidomînin. Hêzên navneteweyî bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas nakin û alîkariya aborî nakin.”

‘METIRSIYA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN LI GIRTÎGEHAN DIDOME’

Ezîz Koyluoglu destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji ber ku welatiyên welatên din in, nikarin ji aliyê dadgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin darizandin û wiha got: “Van çeteyan ku welatiyên bi dehan welatan in, li Sûriye û Iraqê sûc kirine. Kesên ku van sûcan dikin, nikarin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin. Çeteyên DAIŞ'ê yên welatiyên Sûriyê, li gorî destûra Sûriyê tên dadgehkirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina van çeteyan ne xwedî qanûn û belgeyeke fermî ye. Rêveberiya Xweser nikare berpirsyariya barekî bi vî rengî hilde ser milê xwe. Heke em bêjin ku dikare vê yekê bike, ji bo Rêveberiya Xweser rewşeke gelekî zehmet çêdike. Hebûna DAIŞ'ê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq an jî Sûriyê metirsî ye, lê hebûna DAIŞ'ê ji bo tevahiya cîhanê pirsgirêk e. Di vî warî de divê cîhan li dijî DAŞ'ê çareseriyên xwe bi pêş bixe. Heke cîhan li dijî DAIŞ'ê nikare çareseriyê pêş ve bibe, çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgehan tên ragirtin, dê siberoj careke din ji bo hemûyan bibin gef.”

Koyluoglu diyar kir ku bi tedbîrên Rêveberiya Xweser çeteyên DAIŞ'ê nikarin heta hetayê di girtîgehan de bimînin û dadgeheke navneteweyî mecbûrî ye û got: “Divê her welatek piştî darizandineke navneteweyî, welatiyên xwe bibin welatên xwe û li wir cezayên wan bidin misogerkirin. Çareseriya yekane ev e.”

‘DIVÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê TÊKOŞÎNA ÎDEOLOJÎK HEBE’

Di dawiyê de Ezîz Koyluoglu got DAIŞ jî xwedî bingeheke îdeolojîk e û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê xwe bi zîhniyeteke îslamî ya radîkal bi rêxistin dikin û wiha lê zêde kir: “DAIŞ niha ji bo belavkirina fikrên xwe alîkariyê ji hin hêzan digire. Li dijî DAIŞ’ê tenê têkoşîna leşkerî têrê nake. Têkoşîna rasteqîn a li dijî DAIŞ'ê divê li ser hîmê entellektuel be. Wekî din, nikare bê tasfiyekirin. Yên ku difikirin ku ev ne wisa ye, bê guman şaş in. Yên ku îro li vê herêmê şerê zîhniyeta DAIŞ’ê dikin û bi taybet koalîsyona li dijî DAIŞ'ê tenê bi awayekî leşkerî piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji aliyê siyasî ve divê statuya herêmê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê naskirin. Di vê çarçoveyê de divê xwedî însiyatîf bin.”

ANHA