Li Qamişlo klînîkên gel alîkariya şêniyan dike

Şêniyên Qamişlo li ser vekirina klînîkên gel li bajêr spasiya rêxistinên civaka sivîl a herêma Cizîrê kir, ku bi wê yekê barê wan sivik bû. Nexasim ku li klînîkan gelek beşên cuda hene.

Li Qamişlo klînîkên gel alîkariya şêniyan dike
Li Qamişlo klînîkên gel alîkariya şêniyan dike
Li Qamişlo klînîkên gel alîkariya şêniyan dike
Li Qamişlo klînîkên gel alîkariya şêniyan dike
Li Qamişlo klînîkên gel alîkariya şêniyan dike
16 nîsan, 2021   00:39
QAMIŞLO –HÊLÎN EBDULLAH

Rêxistinên civaka sivîl a herêm a Cizîrê klînîkên gel li kolana El-Hemam a bajarê qamişlo di 28‘ê Adara borî de vekirin. Kadroyên tenduristiyê ji 60 bijîşkên pispor pêk tê, 30 pîşesaz, hemşîre û laboratorvan hene. Di klînîkan de beşên hundirîn, jin, damar, zarok, guh, poz û zengelork her wiha beşa gurçik, mîzwe, hestî û nûjdariya giştî, hene.

Her wiha klînîka diran, laborator, dermanxane û radyolojî hene.

Klînîkên gel barê şêniyan ku di nexweşxaneyên giştî û taybet de têne dermankirin û kirîna derman sivik dike.

Ebduselam Hesen ji şêniyên bajarê Qamişlo ye ji ANHA'yê axivî û diyar kir vekirina klînîkan barê şêniyan di aliyê madî de bi awayekî mezin sivik kir û kadroyên tê de dixebitin, pispor in.

Ebduselam Hesen destnîşan kir ku şênî berê xwe didin klînîkên gel û naçin klînîkên taybet û wiha got: ''Ez dixwazim biçim klînîkên gel naxwazim biçim ên taybet. Ji ber hemû beş nêzî hev in û di yek avahiyê de ne. Ev yek jî barê mirov, dem û pereyan sivik dike.''

Sînem Umer ji şêniya bajarê qamişlo ye wiha axivî: "Klînîkên gel demê zêde naxwe. Em zêde li benda dora xwe namînin weke yên taybet. Tişta ku dihêle balkêş be ku hemû beş tê de hene. Heta dermanxane jî heye. Ev yek demê zêde naxwe û nexweş zêde li benda dora xwe namîne.

Raxib Mihemed ku ji şêniyê navçeya Til Birakê ye, destnîşan kir ku di klînîkên taybet de 6 hezar lîreyên Sûrî ji wan digirin, li gel hin bijîşkan zêdetir e lê di klînîkên gel de pir erzan e.

Gerînendeyê klînîkên gel Ebdulezîz Ebdurehman diyar kir ku di klînîkên gel de hemû beş hene ji bilî dil û çav, ji ber nexweşxaneya wan a taybet li bajêr heye.

Ebdurehman destnîşan kir ku klînîk bi kadaroyên tenduristî, alavan hatine amadekirin û di xizmeta nexweşan de ye û got amûra radyolojiyê jî li klînîkan heye, lê hîn nehatiye amadekirin û di demeke nêz de dê têkeve xizmetê.

Klînîkên gel rojane 60 nexweşî pêşwazî dikin. Ji saet 08:00‘an heta saet 2:00‘yan vekirî ye. Bijîşkên wê li gorî sîstema nobetariyê dixebitin.

Têkildarî buhayên lênêrîna nexweşan Ebdurehman got, 4 hezar lîreyên sûrî ye û dermanan jî bê pere didin nexweşan.

Girêdayî  rewşên awarte Ebdurehman da zanîn ku klînîk amade ne da ku rewşên awarte pêşwazî bikin û heger rewş zêde giran be wan dişînin nexweşxaneyên din.

Ji ber qedexeya giştî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdurehman got hemû tedbîrên pêwîst di klînîkan de têne girtin û divê nexweş lepik û maskeyan bi kar bînin.

)bx(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QOQ9Ln3k-Sk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>