‘Hikumeta Şamê dixwaze aloziya xwe veguhêze herêmên Rêveberiya Xweser’

Piştî daketina nirxê lîreya Sûriyê û aloziya jiyanî ji bin kontrola hikumeta Şamê derket, vê carê dergehên bi Rêveberiya Xweser re girtine. Gelek kes vê yekê wek hewldaneke ji bo derxistina aloziya xwe ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi nav dike.

‘Hikumeta Şamê dixwaze aloziya xwe veguhêze herêmên Rêveberiya Xweser’
15 nîsan, 2021   23:41
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Ev derdora mehekê ye ku hikumeta Şamê dergehên xwe yên bi herêmên Rêveberiya Xweser re girtine. Li gel wê jî rewşeke trajedîk li herêmên serweriya wê heye, bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûriyê li beramberî dolar.

GIRTINA DERGEHAN Û HEWLDANÊN DERXISTINA ALOZIYÊ

Şêniyên li herêmên serweriya hikumeta Şamê di vê dawiyê de ji ber aloziyeke jiyanî zehmetiyan dikişînin ku di encama bihabûna kel û pelan de û mûçeyên kêm ên karmendan çêbûye.

Li herêmên Rêveberiya Xweser rewş cuda ye. Şênî siyaseta xwetêrkirinê dimeşînin. Her wiha karmendên wê du qatî mûçeyên karmendên saziyên hikumeta Şamê digirin.

Çavdêrên rewşa herêmê diyar dikin ku hikumeta Şamê bi rêya girtina dergehan, hewl dide aloziya jiyanî ya li herêmên xwe derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa têkildarî mijarê got: “Hikumeta Şamê di bin zexta dewleta Tirk û Rûsyayê de dergeh girtin. Armanc jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê hikumeta Şamê hewl dide aloziyeke aborî li herêmên me çêke.”

Îsa wiha domand: “Hikumeta Şamê hewl dide aloziyê ji herêmên me derxe, ji ber ku rewşa li herêmên wê ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê ne baş e. Piştî îtîfaqa hikumetê bi koma gera Astanayê re, bi armanca pêkanîna serkeftinê ji hikumeta Şamê re, ev dergeh hatin girtin. Ji bo pêkanîna destkeftî û berjewendiyên xwe opozîsyona Sûriyê bi kar tînin. Li ser asta herêmê ev lîstokeke siyasî ye û her dewletek armanc dike cihê xwe li qada Sûriyê bigire.”

Herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya 3 dergehan; Tayhe li rojavayê Minbicê, El-Ekêrşî li gundewarên rojhilatê Reqayê û dergeha Tebqayê bi herêmên hikumeta Şamê ve girêdayî ye. Hikumeta Şamê bi girtina dergehan herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên xwe qut dike.

Piştî ku Rûsya û dewleta Tirk li ser vekirina 3 dergehan li herêmên dagirkirî yên Sûriyê; 2 li Idlibê û yek li Helebê, li hev kir, dergeh hatin girtin.

‘LI TAWÎZAN DIGERE DA KU BERJEWENDIYÊN XWE PÊK BÎNE’

Hikumeta Şamê bi rêya girtina dergehan hewl dide fişarê li Rêveberiya Xweser bike da ku tawîzan bi dest bixe. Ev yek di daxwaza Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser de ku navçeya Eyn Îsayê radestî hikumeta Şamê bike, diyar bû, bi hinceta rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyê ye.

Gêlo Îsa têkildarî mijarê got: “Her kes dizana ku kê alozî li Hesekê û Qamişloyê çêkiriye, bê guman hikumeta Şamê bi erêkirina Rûsya û dewleta Tirk li pişt vê yekê ye. Li herêmên Rêveberiya Xweser hikumeta Şamê ji ber zextên Artêşa Azad û DAIŞ`ê vekişî. Me bangewaziya gelê xwe bersivand û herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir. Ruxmî wê jî em bi cudabûnê yan jî qutbûna ji Sûriyê nafikirin. Daxwaza me ya sereke avakirina Sûriyeke demokratîk e.”

Dem bi dem dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina sivîlan bi rêya balafir û çeteyên xwe bi awayekî yekser û neyekser êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha ava vexwarinê bi ser bajarê Hesekê de qut dike yan jî ava çemê Firatê kêm dike ku bandorê li tevahiya warên jiyanî yên herêmê dike.

Gêlo Îsa di dawiyê de wiha axivî: “Ji zêdetirî 2 mehan ve dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm kir. Ruxmî hebûna lihevkirinên navneteweyî der barê vê mijarê de, lê avê di dema avdana zeviyan de qut dike. Em stasyona Elok jî ji bîr nekin, dewleta Tirk a dagirker ava wê li ser herêmê birî. Heke em hemû bûyeran bi hev ve girê bidin, em ê bigihêjin nuqteyekê ku tişta ku dewleta Tirk pêk neaniye, hikumeta Şamê hewl dide pêk bîne."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XHH6gFfHl7I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>