Polîsên Tirk li Sûrê ya Amedê îşkence li gundiyan kirin, 6 ciwanên Çelê jî destgîr kirin

Polîsên Tirk gundiyên gundê Zorava yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê îşkence kirin. Li Çelê jî 6 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk li Sûrê ya Amedê îşkence li gundiyan kirin, 6 ciwanên Çelê jî destgîr kirin
15 nîsan, 2021   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku gundî li ber leşkeran rabûn leşkeran gef li gundiyan xwar, gotin ew ê qereqolê li gund ava bikin û elektrîkê ji ser wan bibirin.

Hate gotin leşkerên Tirk 5-6 saetan gundî tirsandine û tade li wan kirine. Her wiha wekî şerê taybet li ser gundiyan 12 ciwan li wesayîtan siwar kirine û dûrî gund birine.

Diyar bû leşkeran dema ku ciwan birine bi rê de gef li wan xwarine û dijûn li wan kirine.

Li navçeya Çelê ya Colemêrg jî polîsên Tirk serê sibehê bi ser gelek malan de girtin, Ramazan Dayan, Mûrat Erdemîr, Kazim Tekînalp, Dildar Kara, Ahmet Yildiz û Eshat Dûman hatin destgîrkirin.

 (cx)