‛Xemsariya li hember xweparastina ji koronayê dê bandoreke neyînî çêke’

Welatiyên Qamişloyê diyar kir ku li pêşiya firinan û li avahiyên giştî hin kes pabendî tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê (Covid-19) nabin û ev yek dê bandoreke neyînî li her kesî bike, her wiha dê pêşîlêgirtina ji vîrusa koronayê zehmettir bike. Di encamê de divê her kes pabendî tedbîrên xweparastinê bin.

‛Xemsariya li hember xweparastina ji koronayê dê bandoreke neyînî çêke’
‛Xemsariya li hember xweparastina ji koronayê dê bandoreke neyînî çêke’
‛Xemsariya li hember xweparastina ji koronayê dê bandoreke neyînî çêke’
‛Xemsariya li hember xweparastina ji koronayê dê bandoreke neyînî çêke’
15 nîsan, 2021   01:46
QAMIŞLO - LÎLAV DÊWANÎ

Di demekê de ku vîrusa koronayê berbelav e û Rêveberiya Xweser bi armanca pêşîlêgirtina vîrusê ji 6`ê Nîsanê ve qedexeya derketina derve ragihand, li pêşiya firinên bajarê Qamişloyê dema hin welatî li benda wergirtina nanên xwe ne, pabendî pîvanên xweparastina ji vîrusa koronayê nabin.

Îsmaîl Mexso ku li pêşiya firinê li benda nan bû, got: "Mixabin kêm kes pabendî tedbîrên sereke yên xweparastinê ne, bi awayekî berbiçav tedbîra dûrketina civakî paşguh dikin,  li aliyekî din jî hîn jî hin kes bi çavekî biçûk li vîrusa koronayê û belavbûna wê dinêrin, tevî ku gelek kes bi vîrusê ketine."

Îsmaîl Mexso bang li welatiyan kir ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin, nexasim li pêşiya firinan ku gelek caran bi qerebalix e.

Mexso eşkere kir ku her kes dikare bi rêya girtina tedbîran û dûrketina civakî parastina xwe ji vîrusê bike.

ꞌBERPIRSYARIYA PÊŞÎLÊGIRTINA BELAVBÛNA VÎRUSÊ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎꞌ

Elî Ehmed diyar kir ku nepêkanîna gel a ji tedbîrên vîrusa koronayê re dê bandoreke neyînî li herêmê bike û got: "Divê her kes tedbîrên ji bo xweparastina vîrusê bigire, maskan li xwe bike û dema ji malê derkevin an jî li avahiyên giştî dicivin, pabendî dûrketinê bin, her wiha tenê dema hewcedariyên wan  hebin  ji malên xwe derkevin û li paqijiya takekesî haydar bin,  ji ber ku ji xalên sereke ye."

Elî Ehmed destnîşan kir ku li hemberî vîrusa koronayê her kes berpirsê xwe ye û got: "Her kesekî bi sermayê bikeve divê 15 rojan di karantînayê de bimîne da ku piştrast bike bê ka bi vîrusê ketiye yan na, ji ber ku ger rewşa xwe paşguh bikin dê pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê zehmettir bibe."

Merwan Elî jî da zanîn ku bi rasthatina meha Remezanê re qerebalixa li ber firinan hinekî sivik bûye, lê beriya wê bi du mehan qerebalix zêde bû û got: "Ji ber vê yekê divê welatî pabendî pîvana dûrketina civakî bin û hîn zêdetir bi dîsîplîn bin."

Merwan Elî bang li aliyên peywendîdar kir ku qerebalixa li ser firinan sivik bikin, da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigirin û got: "Li hemberî vîrusa koronayê û da ku belavkirina wê sînordar bikin, her kes berpirsê xwe ye û ger li hemberî xetereya vîrusê ne hişyar bin, dê bandora wê li ser hemû gelê herêmê çêbe."

(eh)

ANHA